Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ragihand ku di dema şerê Îranê de ti plana Amerîkayê ya bikaranîn û biçekkirina partiyên Rojhilatê Kurdistanê ya li dijî Tehranê tune bû.
Qubad Talebanî di heman demê de pêşniyar kir ku di navbera partiyên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de pêvajoya aştiyê dest pê bike.
"Ez ji wan çekên ku Trump behs dike agahdar nînim"
Qubad Talebanî di hevpeyvînekê de li gel rojnameya "The National"ê li ser daxuyaniyên Donald Trump ên ku gotibû wan çek dane Kurdan axivî.
Talebanî red kir ku çek dabin Herêma Kurdistanê û got:
"Ez qet ji wan çekên nenas ên ku Trump qala wan dike agahdar nînim.
Ez nizanim çi cure çek bûn, li kû bûn û dane kê lê ez piştrast im ku nedane me."
Qubad Talebanî amaje pê kir ku di destpêka pevçûnan de Amerîkayê ew piştrast kirine ku ti plana wê ya bikaranîna mixalefeta Rojhilat a li nava axa Îranê nîne.
Talebanî da zanîn ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî Tehran ji vê rastiyê agahdar kiriye.
"Partiyên Rojhilatê Kurdistanê pêbendî biryaran bûn"
Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê diyar kir ku ji bo dûrxistina Herêma Kurdistanê ji nakokiyên di navbera Washington û Tehranê de, wan hişyariyeke zelal daye partiyên Rojhilatê Kurdistanê.
Li gorî gotina Talebanî, wan ji wan partiyan re gotiye ku nabe axa Herêma Kurdistanê ji bo êrişên li ser axa Îranê were bikaranîn.
Talebanî anî zimên: "Xweşbextane ew jî pêbend bûn û ev kar nekir."
Pêşniyara pêvajoya aştiyê ya mîna ya PKKyê
Qubad Talebanî derbarê daxuyaniyên dawî yên Balyozê Îranê yê li Bexdayê ku gotibû ew li ser derxistin an radestkirina mixalefeta Kurdan a li gel Tehranê gihiştine peymanekê, ti plana bi vî rengî piştrast nekir.
Talebanî berevajî vê yekê pêşniyar kir ku di navbera Tehran û partiyên Rojhilat de pêvajoya dîplomatîk û aştiyane dest pê bike ku ev pêvajo mîna pêvajoya aştiyê ya di navbera Tirkiye û PKKyê de be.
Qubad Talebanî li ser vê mijarê got:
"Di demekê de ku em hewl didin li herêmê aştiyê ava bikin, derfetek jî heye ji bo afirandina aştiyeke mayînde di navbera desthilatdarên Îranê û komên mixalefeta Îranê de."
Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di dawiyê de tekez kir ku niha dema aştiyê ye û divê alî bi xwe rêberiya van cure pêvajoyan bikin.



