Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedara Kurd Îlham Ehmedê da zanîn ku çekdarên biyanî yên li Efrînê pirsgirêkan derdixin û dest datînin ser mal û zeviyên çandiniyê yên kesên ku vegeriyane.
Hikûmeta Sûriyeyê berê soza wê yekê dabû ku ji bo vegera kesên ji cih û warên xwe bûne dê mafên milkiyetê bên parastin lê belê ne li Efrînê ne jî li Serê Kaniyê ev maf nayên naskirin.
Ev binpêkirinên sîstematîk, vegera ewle ya koçberan asteng dikin û metirsiya guhertina demografîk a li herêmê zêdetir dikin.
Ji ber vê yekê, çavdêrên mafên mirovan bang dikin ku ji bo parastina mafên yasayî yên şêniyan, mekanîzmayên navneteweyî û zextên dîplomatîk bên xebitandin.
Li Efrînê 2 hezar mal radestî xwediyên wan nehatine kirin
Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo 17ê Çiriya Pêşîn di daxuyaniyekê de diyar kiribû ku malbatên ku vedigerin Efrîn û Serê Kaniyê di wergirtina mal û milkên xwe de rastî zehmetiyan tên.
Şêxo dabû zanîn ku ji hinek malbatan di navbera 2 hezar û 10 hezar dolarî de pere tê xwestin.
Li gorî agahiyên ku Şêxo dane, li Efrînê nêzîkî 2 hezar mal hîn jî radestî xwediyên wan nehatine kirin.
Li Girê Spî êrişî koçberan hat kirin
Li aliyê din, êrişên li ser kesên koçberan jî gelek caran dikevin rojevê herî dawî 26ê Çiriya Pêşîn li ser vexwendina rayedarên Sûriyeyê komeke ji 100 kesî çûbû avahiya Birêvebiriya Giştî ya li Girê Spî da ku serlêdana vegerê bike.
Di encama êrişekê de, kel û pelên wê komê hatin talankirin û wesayîtên wan hatin şewitandin. Pişt re Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Kobaniyê ew koçber birin Kobaniyê.
Îlham Ehmed: Em desteserkirina malan qebûl nakin
Siyasetmedara Kurd Îlham Ehmedê derbarê mijarê daxuyanî da ANHAyê û got:
"Vegera xelkê Efrînê ya ji bo deverên wan ên resen ji bo me serkeftineke mezin e û yek ji encamên peymana entegrasyonê ya bi dewleta Sûriyeyê re ye."
Îlham Ehmedê bal kişand ser zehmetiyên koçberan û pê de çû:
"Em çavdêriya hebûna çekdarên biyanî yên li herêmê dikin. Hebûna wan a li Efrînê rê li ber vegera koçberan digire.
Li Efrîn û derdora wê destdirêjî li ser mal û zeviyên çandiniyê yên xelkê tê kirin. Dest datînin ser darên zeytûnan ên xelkê, biryarên neyasayî li ser mirovan ferz dikin û wan aciz dikin.
Ev kes bi desteserkirina mal û milkên xelkê rê li ber vegera wan digirin. Beşek ji koçberên ku vegeriyane heta ku digihîjin malên xwe neçar dimînin ku di malên kirê de bijîn. Ew bi van kiryaran yasayan jî binpê dikin.
Em desteserkirina milkên mirovan qebûl nakin. Wezareta Parastinê û saziyên ewlehiyê berpirsiyar in ku sivîlan biparêzin, pirsgirêkên ewlehiyê çareser bikin û rê li ber van kiryaran bigirin.
Em ji wan dixwazin ku guh bidin giliyên xelkê, pirsgirêka desteserkirina milkên xelkê çareser bikin û milkên wan li xwediyên wan vegerînin da ku li herêmê aştiya civakî û aramî pêk were."



