Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku li navçeya Geverê ya parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê, leşkerekî wan di dema destwerdana derbasbûneke ji sînor de hatiye kuştin.
Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê li ser hesabê xwe yê tora civakî daxuyaniyek belav kir.
Wezaretê di daxuyaniya xwe de ragihand ku bûyer îro li navçeya Geverê ya Colemêrgê li ser sînor çêbûye.
Wezaretê eşkere nekiriye ka bûyer li ser sînorê Başûr an jî yê Rojhilatê Kurdistanê rû daye.
Li gorî agahiyan, leşkerê bi navê Yusuf Saît Unlu li Lîwaya 7an a Sînor a Geverê li ser erkê xwe bûye.
Yusuf Saît Unlu di dema destwerdana bûyereke derbasbûna ji sînor de bi guleyan birîndar bûye.
Unlu piştî birîndarbûnê bi helîkoptera leşkerî veguhastine Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê.
Tevî hemû hewldanên bijîşkî jî Unlu li nexweşxaneyê miriye.



