Hewlêr (Rûdaw) - Li Deşta Sirûcê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, ji ber barana zêde û kêmasiya sîstemên avrêjiyê zeviyên pembo di bin lehiyê de man û keda salekê ya cotkaran ji dest çû.
Şandeyeke DEM Partiyê çû serdana zeviyên cotkarên mexdûr û xwest ku heqê avê ji cotkaran neyê standin û Wezareta Çandinî û Daristanan a Tirkiyeyê zererên wan tezmîn bike.
Barana ku çend roj in dibare û lehiyê li navçeya Sirûcê ya Rihayê zerereke mezin gihandiye cotkaran.
Bi taybetî cotkarên pembo û bi sedan donim zeviyên wan di bin avê de mane.
Şandeyeke Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ku ji Parlamenterê Rihayê Ferît Şenyaşar û Hevseroka Rêxistina DEM Partiyê ya Rihayê Ayşe Surucu pêk dihat, li navçeya Sirûcê çû serdana cotkarên pembo.
Cotkaran di hevdîtinê de diyar kir ku ji ber baran û lehiyên vê dawiyê hemû berhemê pembo yê li ser zeviyan têk çûye.
Cotkaran bangî saziyên pêwendîdar kir ku destê alîkariyê dirêjî wan bikin û wan tezmîn bikin.
Parlamenterê Rihayê yê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar derbarê serdanê li ser hesabê xwe yê tora civakî daxuyaniyek belav kir û got:
"Li Deşta Sirûcê ji ber barana zêde û kêmasiya kanalên avrêjiyê zeviyên pembo di bin avê de man û keda salekê ya cotkaran ji nav çû.
Cotkaran hem berhema xwe ji dest da û hem jî rûbirûyî dayîna heqê avdanê tê hiştin.
Divê ji cotkarê ku berhema xwe winda kiriye heqê avdanê neyê wergirtin."
Şenyaşar her wiha bangeke fermî li hikûmetê kir û got:
"Banga me ji bo Wezareta Çandinî û Daristanan e; cotkarên Sirûcê bi tenê nehêlin û ji bo tezmînkirina zererên wan piştgiriya pêwîst bidin."
Parêzgeha Rihayê li tevahiya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di hilberîna pembo de parêzgeha yekem e.
Riha bi tena serê xwe nêzîkî ji sedî 40-45ê tevahiya pemboyê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hildiberîne û wekî navenda herî sereke ya vî berhemê stratejîk tê nasîn.


