Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Siwêregê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, di navbera du malbatan de pevçûneke çekdarî derket.
Di pevçûnê de 3 kes birîndar bûn ku rewşa 2 kesan dijwar e.
Nîqaşa şivanan mezin bû
Bûyer li gundê Darabiyê rû da.
Di dema çêrandina ajelan de di navbera du şivanan de nîqaşek derket.
Hat zanîn ku di navbera wan her du malbatan de ji berê ve dijminî hebû.
Piştî ku nîqaşa şivanan mezin bû, endamên din ên malbatan jî tevlî bûyerê bûn.
Kevir, dar û çek hatin bikaranîn
Pevçûn giran bû û tê de kevir, dar û çek hatin bikaranîn.
Di encamê de 3 kes birîndar bûn.
Li ser agahdarkirina derdorê, tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.
Birîndar veguhastin nexweşxaneyê
Tîmên tenduristiyê li cihê bûyerê midaxeleyî birîndaran kir û ew veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê.
Du kesên ku rewşa wan xedar bû, ji wir jî veguhastin nexweşxaneyên Rihayê.
2 kes hatin desteserkirin
Cendirmeyan li gund û li nexweşxaneyê tedbîrên ewlehiyê girtin.
Kesên bi navên A.K. û S.K. yên ku hat tesbîtkirin tevlî pevçûnê bûne, hatin desteserkirin.
.jpg&w=3840&q=75)

