Hewlêr (Rûdaw) - Îro 50 ciwanên Kurd ên ji bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, ji girtîgehên hikûmeta Sûriyeyê hatin berdan.
Ev gav di çarçoveya hewldanên ji bo çareserkirina dosyeya girtiyan de hat avêtin.
Ew 50 ciwanên Kurd ji serdema komên çekdar ên berê ve li parêzgeha Himsê di Girtîgeha Hesyayê de girtî bûn û îro hatin berdan.
Ji bo girtiyan komîteyeke hevbeş tê avakirin
Li gorî zanyariyên Rûdawê, di hevdîtina herî dawî ya bi Wezîrê Karên Navxwe yê Sûriyeyê re biryareke nû hatiye dayîn.
Di wê hevdîtinê de hatiye destnîşankirin ku ji bo şopandina dosyeya girtiyan dê komîteyeke hevbeş were avakirin.
Ev komîte dê serdana hemû girtîgehan bike.
Armanca wê ya sereke ew e ku li girtiyên Kurd bigere, wan peyda bike û pêvajoya berdana wan bi cih bîne.
Agahiyên li ser girtiyan girîng in
Çavkaniyekî ji Rûdawê re da zanîn ku agahiyên zelal ên li ser girtiyan dê gelekî alîkariya xebatên komîteyê bikin.
Heman çavkaniyî anî zimên ku ev agahî dê bibin sedema bilezkirina proseya azadkirina girtiyan.


