Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Meteorolojiyê ya Tirkiyeyê rapora xwe ya rojane ya keş û hewayê belav kir.
Li gorî raporê, barana ku li Bakurê Kurdistanê û gelek herêmên Tirkiyeyê dest pê kiriye dê bidome.
Li Bakurê Kurdistanê asman ewrayî ye
Li seranserê Bakurê Kurdistanê asman bi piranî ewrayî dibe û baraneke gur dibare.
Tê pêşbînîkirin ku bi taybetî li derdora Mereşê baraneke bihêz bibare.
Di demên sibehê û şevê de dê li hinek deveran mij û dûman çêbibe.
Pileyên germê yên li bajarên Bakurê Kurdistanê bi vî rengî ne: Amed 19, Riha 22, Mêrdîn 19, Sêrt 20, Meletî 16, Wan 14, Qers 14 û Erzirom 13 pile.
Hişyariya barana dijwar
Saziya Meteorolojiyê ji bo peravên Egeyê, rojhilatê Antalyayê û derdora Muglayê hişyariya baraneke dijwar da.
Saziyê bangî welatiyan kir ku baldar bin û tedbîrên xwe wergirin.
Hat xwestin ku welatî li hemberî metirsiyên wekî lehî, rabûna avê, herifîna erdê, astengiyên di çûn û hatinê de, brûsk, teyrok û bagerê baldar bin.



