Hewlêr (Rûdaw) - Du çavkaniyên agahdar ragihand ku PKKyê hemû pêgeh û cihên xwe yên li Çiyayê Qereçûxê vala kirine.
Çavkaniyekî leşkerî yê li Qereçûxê, îro ji Rûdawê re axivî û got:
"Dema ku Tirkiyeyê sala 2023yan êrişên xwe yên li Qendîlê zêde kirin, guvaş xist ser Artêşa Îraqê jî da ku gerîla li Kampa Mexmûrê nemînin. Heta çend caran jî kamp bombebaran kir. Li ser vê yekê PKKyê biryar da ku ji kampê vekişe."
Çavkaniyê leşkerî diyar kir, "Hêzên PKKyê li quntara Qereçûxê ya nêzîkî kampê man û digotin em kampê diparêzin."
Heman çavkaniyê destnîşan kir ku salek piştî vekişîna gerîlayan a ji Kampa Mexmûrê, PKKyê 10 xalên xwe yên leşkerî yên li quntara Çiyayê Qereçûxê jî vala kirin.
Pêşmerge û Artêşa Îraqê li şûna PKKê bi cih bûn
Li gorî agahiyên wê çavkaniyê, niha beşeke quntara Çiyayê Qereçûxê di destê Hêzên Pêşmerge de ye û beşeke wê ya meztir jî di destê Artêşa Îraqê de ye.
Ew çavkaniyê ku bi Artêşa Îraqê re çûye Kampa Mexmûrê, wiha got:
"Beşeke hindik a quntara Qereçûxê di destê PKKyê de bû. Lê piştî ku bi temamî vala kir, êdî Artêşa Îraqê û Pêşmerge peymanek kir.
Li gorî peymanê dê 5 xalên deverê ji bo artêşê bin û li 5 xalên din jî Hêzên Pêşmerge bi cih bibin. Niha her du hêz jî li cihên berê yên PKKê hatine bicihkirin."
Dorpêça li ser Kampa Mexmûrê
Wekî ku ew çavkanî qal dike, niha Kampa Mexmûrê ku niştecihên wê jê re dibêjin "Kampa Şehîd Rustem Cûdî", ji aliyê Polîsên Federal ên Îraqê ve hatiye dorpêçkirin û têl bi ser de hatine kişandin.
Wê çavkaniyê li ser vê yekê jî got, "Heta ku tu diçî nava kampê du xalên kontrolê yên Polîsên Federal hene. Ji ber vê yekê tevgera li nava kampê jî gelekî zehmet kirine.
Li derdora kampê jî rê nadin ti kes çûn û hatinê bike û ti hêzên PKKê li wê derê nemane. Heta rê nayê dayîn ku serdana cihên wan ên kevn jî bê kirin."
"Li sînorê Qereçûxê gerîla nemane"
Her îro çavkaniyeke din a nêzîkî PKKyê jî ji Rûdawê re axivî.
Wê çavkaniyê got, "Valakirina xalên leşkerî yên PKKyê vedigere beriya du salan. Wê demê hemû cihên ku hebûn bi tunel û xalên leşkerî ve hatin valakirin.
Li sînorê Çiyayê Qereçûxê gerîlayên PKKê nemane. Her wiha hêzên Îraqî kampê diparêzin. Tenê hêzên Asayîşa Navxweyî ya kampê lê hene û ti çekdar lê nemane."
Li gorî her du çavkaniyên Rûdawê, di du salên borî de Artêşa Îraqê guvaş xistiye ser berpirsên Kampa Mexmûrê da ku çekdarên wan nebin.
Di wê çarçoveyê de gerîlayên PKKyê sala 2024an ji quntara Qereçûxê vekişiyane.
Kampa Mexmûrê sala 1998an li quntara Çiyayê Qereçûxê ya li rojhilatê Mexmûrê ji bo penaberên Kurd ên ji Bakurê Kurdistanê hatiye çêkirin.
Zêdetirî 10 hezar kes li vê kampê dijîn.



