Hewlêr (Rûdaw) - Li navenda parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, ciwanekî 22 salî gule li dayîk û du xwişkên xwe reşandin.
Di encama êrişê de dayîk û xwişka wî ya 25 salî mirin, xwişka wî ya 11 salî jî bi giranî birîndar bû.
Bûyer li Taxa Kazanê ya navendê (Xelîliye) rû da.
Li gorî agahiyan, di navbera H.D.yê 22 salî û dayîka wî Huriye Çîçekliyê û her du xwişkên wî Zeynep Demîrcana 25 salî û M.N.D.ya 11 salî de ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket.
Gule li malbata xwe reşandin
Piştî mezinbûna nîqaşê, H.D. bi çifteyê gule li dayîk û her du xwişkên xwe reşandin.
Li ser agahdarkirina cîranan, polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê di kontrola pêşî de tesbît kir ku Zeynep Demîrcan li cihê bûyerê miriye.
Dayîk li nexweşxaneyê mir
Dayîka birîndar Huriye Çîçeklî û keça wê M.N.D. bi ambulansan veguhastin nexweşxaneyê.
Dayîk Huriye Çîçekli tevî hemû hewldanên bijîşkan li nexweşxaneyê mir.
Hat zanîn ku dermankirina keça 11 salî ya ku bi giranî birîndar bûye berdewam dike.
Gumanbar hat desteserkirin
Tîmên Şaxa Buroya Kuştinê ya Birêvebiriya Ewlehiyê ya Rihayê piştî bûyerê dest bi xebatên lêgerînê kir û gumanbar H.D. li cihê ku xwe lê veşartibû desteser kir.
Hat ragihandin ku lêpirsîna derbarê bûyerê didome.



