Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Giştî ya Meteorolojiyê pêşbîniyên nû yên hewayê belav kirin.
Li gorî rapora saziyê, li gelek parêzgehên Bakurê Kurdistanê îhtîmala baraneke gur heye.
Her wiha ji bo 23 parêzgehên Tirkiyeyê jî hişyariya "koda zer" hat dayîn.
Hişyariya barana gur
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dê hewaya Bakurê Kurdistanê bi piranî bi ewr be.
Saziyê bi taybetî ji bo parêzgehên Amed, Êlih, Şirnex, Sêrt, Çewlîg, Xarpêt û rojavayê Dîlokê hişyarî da.
Hat zanîn ku dê li van bajaran baraneke gur bibare û birûsk vedin.
Saziyê ji ber metirsiya baranê, bangî welatiyên herêmê kir.
Hat xwestin ku xelk li hemberî felaketên wekî rabûna lehiyê û zêdebûna avê hişyar be.
Her wiha hat diyarkirin ku divê welatî li hemberî teyrok, bahozên demkî, bablîsokan û vedana birûskan jî tedbîrên xwe bistînin.
Li 23 parêzgehan koda zer
Li aliyê din, meteorolojiyê ji bo 23 parêzgehên Tirkiyeyê hişyariya "koda zer" da.
Stenbol, Îzmîr, Bursa, Edirne û Hatay jî di nav van bajaran de ne.
Li gorî pêşbîniyan, dê li Hatay û Osmaniyeyê baraneke gelekî dijwar bibare.
Hewa sar dibe
Tê çaverêkirin ku li herêma Marmarayê, peravên bakurê Egeyê û rojavayê Deryaya Reş bayekî tund rabe.
Dê ev ba veguhere bahozê û leza wê di saetekê de bigihîje 50-70 kîlometreyan.
Pileyên germê dê pêşî li rojavayê Tirkiyeyê bi awayekî berbiçav dakevin û hewa dê sar bibe.



