Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî derbarê çalakkirina Parlamentoya Kurdistanê peyamek belav kir û got, "Ev di rêya parastin û bihêzkirina Herêma Kurdistanê de gavek e û ne li dijî ti kes û aliyan e."
Serok Barzanî her wiha diyar kir, "Niha ku parlamentoyê dest bi karên xwe kiriye, ez daxwazê ji hemû wan aliyên birêz dikim ku tevlî vê pêvajoyê bibin û bi hev re ji bo xizmetkirina gelê Kurdistanê û gavên din, bibin hevkar û alîkarê pêvajoya siyasî."
Piştî derbasbûna du salan a li ser rawestandina parlamentoyê, di encamê de tevgerek di Parlamentoya Kurdistanê de çêbû.
Îro bi amadebûna 52 parlamenteran parlamento hat çalakkirin û desteya serokatiyê jî hat hilbijartin.
Peyama Serok Mesûd Barzanî
Peyama Serok Mesûd Barzanî wiha ye:
"Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta çalakkirina Parlamentoya Herêma Kurdistanê, ez pîrozbahiyê li gelê Kurdistanê, Desteya Serokatiya Parlamentoyê û hemû aliyên siyasî dikim.
Piştî derbasbûna du salan a li ser hilbijartinên Herêma Kurdistanê, bi bextewarî Parlamentoya Kurdistanê hat çalakkirin.
Li vir ez spasiya hemû wan parlamenteran dikim ku xwedîhelwest bûn, bi erkê xwe yê qanûnî û niştimanî rabûn û ev saziya destûrî ya Herêmê aktîv kirin.
Çalakkirina parlamentoyê gavek e di rêya parastin û bihêzkirina Herêma Kurdistanê de.
Ev yek ne li dijî ti kes û aliyan e û bêguman dê di xizmeta berjewendiyên bilind ên gelê Kurdistanê û pêvajoya siyasî de be.
Niha ku parlamentoyê dest bi karên xwe kiriye, ez daxwazê ji hemû wan aliyên birêz ên ku tevlî vê pêvajoyê nebûne dikim ku ew jî beşdar bibin û bi hev re ji bo xizmetkirina gelê Kurdistanê û gavên din bibin hevkar û alîkarê pêvajoya siyasî."

.webp&w=3840&q=75)

