Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentoya Kurdistanê piştî zêdetirî 2 salan civiya û Desteya nû ya Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê hat hilbijartin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser destpêkirina xebatên xula şeşem a Parlamentoya Kurdistanê peyamek belav kir.
Mesrûr Barzanî ji bo parlamenterên beşdarî civînê bûne got:
"Biryara we ya îro, wefadarî ye ji bo xwîna şehîdan û vîna dengdêran.
Ev gav, biserxistina îradeya xelkê Kurdistanê ye."
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de pîrozbahî li seroka hilbijartî ya xula şeşem a Parlamentoya Kurdistanê, alîkar û sekretera parlamentoyê kir û anî zimên:
"Her wiha pîrozbahî û destxweşiyê li parlamenterên welatparêz, têkoşer, bêtirs û xemxwirên Herêma Kurdistanê dikim ji bo parastina rewatî û çalakkirina Parlamentoya Herêma Kurdistanê.
Biryara we ya îro wefadarî ye ji bo xwîna şehîdan û vîna dengdêran.
Ev gav, biserxistina îradeya xelkê Kurdistanê ye.
Çalakkirina parlamentoyê, pêbendbûn e bi bicihanîna pêvajoya demokrasiyê."
Mesrûr Barzanî hêviya xwe anî zimên ku di rojên pêş de parlamenterên din jî beşdarî rûniştinan bibin û pê de çû:
"Hêvîdar im di rojên bê de, parlamenterên din jî beşdarî civînên parlamentoyê bibin, erkê xwe yê niştimanî, rewa û exlaqî bi cih bînin û di asta berpirsyarî û baweriya dengdêrên xwe de bin.
Her ji vir jî bangî hemû aliyan dikim ku ji bo berjewendiya niştimanî werin pêş da ku em bi hev re xizmeteke hêjatir ji bo gel û niştimanê xwe bikin û destkeftên xwe yên destûrî biparêzin."
Rêjeya yasayî temam bû
Civîna Parlamentoya Kurdistanê piştî zêdetirî 2 salan ji rawestana xebatên wê dest pê kir.
Rêjeya yasayî ya ji bo civînê ku ji sedî 50+1 e hat temamkirin û civîn bi amadebûna 52 parlamenteran bi rê ve çû.
Armanca sereke ya vê gavê ew e ku saziya yasadanînê ya Herêma Kurdistanê ji nû ve dest bi karên xwe bike û dawî li valahiya yasayî were anîn.
Desteya nû ya Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê
Parlamentoya Kurdistanê îro bi taybetî ji bo hilbijartina Desteya Serokatiyê civiya.
Desteya Serokatiyê ya Parlamentoya Kurdistanê wiha pêk hat:
· Dr. Vala Ferîd: Seroka Parlamentoyê
· Ramî Nûrî: Alîkarê Seroka Parlamentoyê
· Muna Qehwecî: Sekretera Parlamentoyê
Helwesta fraksiyonan
Piraniya fraksiyonan beşdarî civîna îro ya parlamentoyê bûn.
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi hemû endamên xwe di civînê de amade bû.
Tevî ku Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Nifşê Nû berê ragihandibû ku ew dê tevlî civînê nebin jî çend parlamenterên ji her du fraksiyonan beşdarî rûniştinê bûn.
Li aliyê din, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê beşdarî civînê nebû û rûniştin boykot kir.

.webp&w=3840&q=75)

