Hewlêr (Rûdaw) - Xwendekara Kurd Pêla Mehmûd li ser zimanê perwerdeyê got, "Piştî 10 salan mafê perwerdeya bi Kurdî ji me hat standin."
Xwendekara pola 10an a ji bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê Pêla Mehmûd ku bi belavkirina vîdeoyekê li ser torên civakî bal kişandibû ser guhertina pergala perwerdeyê û guhertina zimanê xwendinê ji Kurdî ji bo Erebî, bû mêvana bernameya Rûdawê ya ku ji aliyê Dilbixwîn Dara ve tê pêşkêşkirin.
Pêla Mehmûdê di hevpeyvînê de bi hûrgilî qala sedema tomarkirina wê vîdeoyê, hestên xwe yên xemgîn, zehmetiyên xwendekarên Kurd û xewnên xwe yên paşerojê kir.
Vîdeoya ku dilê hezaran kesan êşand
Di vîdeoyê de xwendekareke ciwan bi dengekî xemgîn û bi çavên tijî rondik derdê xwe û hevalên xwe yên polê parve dike ku êdî nikarin bi zimanê Kurdî bixwînin.
Li ser pirsa ka çima wê ev vîdeo girtiye, Pêla Mehmûdê got:
"Bi rastî ev vîdeo di kêliyekê de hat tomarkirin. Ti amadehî ji bo wê nehatibû kirin û ti planeke min tune bû.
Ez li dibistanê bûm dema ku ev biryar ji me re hat ragihandin. Ji ber xemgînî û acizbûneke zêde min ew vîdeo tomar kir.
Min nizanibû dê bi vî rengî deng vede. Ew kêliyek ji dil û xwezayî bû ku min derdê xwe anî ziman."
"Mamosteyeke me ya ku dayîka şehîdekî ye bi girî biryar eşkere kir"
Pêla Mehmûdê serpêhatiya wê roja ku biryara guhertina zimanê xwendinê li dibistana wan hat ragihandin vegot.
Wê da zanîn ku mamosteya wan a ku dayîka şehîdekî û sê şervanan e bi girî ketiye polê wiha pê de çû:
"Mamosteya me kete polê, çavên wê tijî rondik bûn û bi girî ji me re got ku êdî beşên me hemû hatine guhertin û bûne bi zimanê Erebî. Wê got ku hûn êdî bi zimanê Kurdî naxwînin.
Wê mamosteyê digot, 'Ez wekî dayîka sê şervanan û dayîka şehîdekî, îro têm vê biryarê ji xwendekarên xwe re dibêjim, devê min nagere ku ez vê yekê bînim ziman.'
Dema me ew rewş dît, em hemû xwendekar şok bûn û em pê re giriyan."
Pêlayê tekez kir ku piştî 10 salên xwendina bi zimanê Kurdî, girtina biryareke wiha derbeyeke mezin li xewn û xeyalên wan xistiye.
Hûrgiliyên guhertina dersan û zehmetiyên li pêşiya xwendekaran
Li ser awayê nû yê dabeşkirina dersan, Pêla Mehmûdê eşkere kir ku beşên zanistî hemû bûne bi zimanê Erebî û mafê perwerdeya bi Kurdî hatiye sînordarkirin û got:
"Beşên zanistî hemû bûn Erebî. Ji bo zimanê Kurdî di hefteyê de tenê sê ders hatine hiştin.
Her wiha dersên dîrok û erdnîgariyê jî kirine bijardeyî ku xwendekar dikare bi Kurdî yan bi Erebî hilbijêre lê belê pirtûkên sereke hemû hatin guhertin."
Pêlayê bal kişand ser rewşa wan hevalên xwe yên ku bi zimanê Erebî nizanin û got:
"Gelek hevalên min hene ku ji pola 1ê heta pola 10an tenê bi Kurdî xwendine û bi Erebî nizanin. Niha ew rastî zehmetiyeke gelekî mezin bûne.
Mamosteyên me yên Kurd hewl didin alîkariya me bikin û peyvan wergerînin lê dîsa jî xwendina bi zimanekî ku mirov pê nizane gelekî zehmet e."
"Em ne li dijî ti zimanî ne lê zimanê dayîkê mafê me ye"
Xwendekara Kurd bi bîr xist ku daxwaza wan tenê parastina zimanê dayîkê ye û ew li dijî hînbûna zimanên din nînin:
"Dema em derdikevin û mafê xwe dixwazin, em ne li dijî ti zimanî ne. Em ne dijî zimanê Erebî ne.
Em dixwazin hînî zimanê Erebî jî bibin, hînî Îngilîzî û Fransî jî bibin. Çi ziman hebe em dixwazin fêr bibin.
Lê belê em dixwazin perwerdeya me ya bingehîn bi zimanê me yê dayîkê be û mafê me neyê binpêkirin."
Xewna xwendina bijîşkiyê li Zanîngeha Rojavayê
Pêla Mehmûdê da zanîn ku ew li Dibistana Şehîd Cîr (ku navê wê yê berê Satî el-Husrî bû) ya li bajarê Qamişloyê dixwîne û armanca wê ew e ku heta pola 12an xwendina xwe li wir temam bike.
Pêlayê derbarê xewnên xwe yên ji bo zanîngehê got:
"Wekî keçeke Kurd ez dixwazim li ser axa xwe û li Zanîngeha Rojavayê ya li Qamişloyê bixwînim. Ez naxwazim ji bajarê xwe derkevim.
Xewna bavê min ew bû ku ez beşa bijîşkiyê bixwînim û bibim bijîşk. Ez jî hewl didim li gorî daxwaza wî tevbigerim, bibim bijîşk û xizmeta gelê xwe bikim."
Pêla Mehmûdê di dawiya axaftina xwe de hêvî kir ku mafê wan ê perwerdeya bi zimanê dayîkê careke din ji wan re vegere û zarok û ciwanên Kurd ji xwendina bi zimanê xwe bêpar nemînin.

.webp&w=3840&q=75)
