Hewlêr (Rûdaw) - Nêçîrvan Barzanî bi germî çalakbûna Parlamentoya Kurdistanê pêşwazî kir û bangî hemû hêzên siyasî kir ku bi awayekî çalak beşdar bibin û cudahî û nakokiyên xwe bi hesta berpirsyariya niştimanî li nava parlamentoyê çareser bikin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser çalakbûna Parlamentoya Kurdistanê peyamek belav kir û ragihand:
"Parlamento saziya herî bilind a nûnertiya îradeya tevahiya xelkê Kurdistanê ye.
Pêwîst e hemû hêzên siyasî bi awayekî çalak tê de cih bigirin û bi hesta berpirsyariya niştimanî nakokî û cudahiyên xwe li wir çareser bikin."
Nêçîrvan Barzanî hêvî xwest ku çalakkirina parlamentoyê bibe palder ji bo çareserkirina pirsgirêkan û got:
"Hêvîdar im ev gav bibe alîkar û palder ji bo derbaskirina rewşa xitimîna siyasî û afirandina zemîneke baştir ji bo têgihîştin û hevkariya zêdetir a di navbera hemû aliyên siyasî de."
Serokê Herêma Kurdistanê tekezî li ser bingehên têgihîştina niştimanî kir û anî zimên:
"Diyalog, lihevkirin û hevkariya di navbera hemû hêzên siyasî de, bingeha derbaskirina nakokiyan û rûbirûbûna li hemberî astengiyan e."
"Aramiya siyasî erkê her kesî ye"
Di beşeke din a peyama xwe de Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku parastina Herêma Kurdistanê erkê hemû aliyan e û got:
"Aramiya siyasî û parastina saziyên Herêma Kurdistanê berpirsyariyeke hevpar e û li ser milê her kesî ye."
Îro piştî zêdetirî 2 salan, bi amadebûna 52 parlamenterên serbixwe û fraksiyonên cuda Parlamentoya Kurdistanê hat çalakkirin û Desteya Serokatiyê hat hilbijartin.



