Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî Yasaya Jimare 1 a sala 2019an a Çalakkirina Saziya Serokatiya Herêma Kurdistanê, piştî hilbijartina Desteya Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê, divê parlamento di nav 30 rojî de deriyê xwenamzedkirinê yê ji bo posta Serokê Herêma Kurdistanê veke.
Li gorî xala 3yan a yasayê, "Parlamentoya Kurdistanê heta pesendkirina Destûra Herêma Kurdistanê, bi wan erk û desthilatên ku di Yasaya Serokatiya Herêma Kurdistan - Îraqê de hene, serokekî ji bo Herêma Kurdistanê hildibijêre."
Parlamentoya Kurdistanê 4ê Çiriya Paşîn a 2026an bi dengê hemû endamên amadebûyî ku 52 parlamenter bûn, Desteya Serokatiya Parlamentoyê hilbijart.
Rêkarên hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê
Li gorî benda yekem a xala 4an a Yasaya Çalakkirina Saziya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Parlamentoya Kurdistanê ji bo hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê van rêkaran pêk tîne:
Divê "piştî hilbijartina Desteya Serokatiya Parlamentoyê, Parlamentoya Kurdistanê di nav 30 rojî de deriyê xwenamzedkirinê ji bo posta Serokê Herêma Kurdistanê veke."
Li gorî yasayê, ew kesên ku dixwazin xwe ji bo posta Serokê Herêma Kurdistanê bikin namzed û mercên wan guncav in, di heyama sê rojan de ji roja vekirina deriyê namzediyê, daxwazname û jiyannameya (CV) xwe pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyê dikin.
Serokatiya Parlamentoyê jî di heyama du rojan de piştî girtina deriyê namzediyê, navên wan namzedên ku xwedî mercên yasayî ne radigihîne.
Mafê gilî û temyîzê
Di yasayê de hatiye diyarkirin, kesên ku daxwazname pêşkêş kirine heke navê wan neyê eşkerekirin, mafê wan heye di heyama du rojan de ji dema ragihandina navan li Dadgeha Temyîzê gilî û îtîraz bikin.
Dadgeh jî di heyama du rojan de li ser giliyan biryara xwe dide.
Her wiha bi yasayê hatiye diyarkirin ku "Serokê Herêma Kurdistanê bi dengdanekî eşkere û bi dengê piraniya mutleq ên endamên parlamentoyê, di heyama sê rojan de piştî derketina biryara dawî ya li ser giliyan tê hilbijartin."
Eger piraniya dengan neyê bidestxistin dê çi bibe?
Eger ti namzed dengê piraniya mutleq a endamên parlamentoyê bi dest nexe, dengdan tê ducarekirin.
Di gera duyem de hevrikî di navbera wan her du namzedan de dibe ku herî zêde deng bi dest xistine.
Kîjan berbijêr di gera duyem de piraniya dengan bi dest bixe, ew dibe Serokê Herêma Kurdistanê.
Her wiha heke tenê namzedek ji bo vê postê hebe, ew bi dengdaneke eşkere û bi piraniya dengan dibe Serokê Herêma Kurdistanê.
Ev rêkar hemû di yasayê de hatine bicihkirin.
Di beşeke din a yasayê de hatiye diyarkirin:
"Erk û desthilatên Serokê Herêma Kurdistanê didomin heta ku li gorî hukmên vê yasayê serokek tê hilbijartin."



