Hewlêr (Rûdaw) - Îro li Bazara Halê ya li taxa Mişêrfê ya parêzgeha Hisîçayê yê Rojavayê Kurdistanê, di encama bûyerekê de 2 kes birîndar bûn.
Li gorî çavkaniyên xwecihî, îro li Bazara Halê ya li taxa Mişêrfê ya Hisîçayê bûyereke bi çekan rû da.
Guleyek li serê yek ji welatiyan ket û bi giranî birîndar bû, yek din jî ji destê xwe birîndar bû.
Kesê ku rewşa wî giran bû, ji bo dermankirinê şandin Nexweşxaneya Hîkmeyê.
Heta niha sedem û berpirsên bûyerê nehatine zanîn û derbarê hûrgiliyên bûyerê ti agahî nehatine belavkirin.
Li aliyê din, Çavdêrîgeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî 2yê Çiriya Paşîn ragihandibû ku li nêzîkî mizgeftekê li taxa Şêx Meqsûdê ya Helebê 2 bira di encama êrişeke bi çekan de bi giranî birîndar bûne.
Ew êriş ji aliyê 2 çekdarên nenas ve ku li motorsîkletekê siwar bibûn, hatibû kirin.
.webp&w=3840&q=75)


