Hewlêr (Rûdaw) - Xelkê herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê daxwaznameyek pêşkêşî Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer kir û wan xwest ku mal û milkan xelkê bê vegerandin û çarenivîsa girtî û windayan eşkere bibe.
Wan her wiha di daxwaznameya xwe de xwest ku serweriya yasayê hebe, mafên mirovan werin parastin û dawî li wan kiryarên awarte bê ku xelkê Efrînê pê dinalin.
Daxwaznameya Efrîniyan bi sernavê “Ji bo serweriya dewletê, serweriya yasayê û vegerandina mafan ji bo xwediyên wan” hat amadekirin.
Eşkerekirina çarenivîsa girtiyan
Efrîniyan di daxwaznameyê de xwest ku çarenivîsa hemû girtî, winda û desteserkiriyan were eşkerekirin.
Her wiha wan xwest ku ew kesên bêyî sedemeke yasayî hatine girtin bên berdan, li ser bûyerên windakirina bi darê zorê û binpêkirinan lêkolîn bên kirin û sûcdar bên cezakirin.
Vegerandina mal, dikan û erdan
Kesên ku daxwazname îmze kiriye, xwest mal, dikan û erdên ku dest bi ser wan de hatiye danîn bêyî bedêl û bê merc radestî xwediyên wan werin kirin.
Ev daxwaz, wan milkan jî li xwe digire ku niha efser û endamên Wezareta Parastinê û dezgehên fermî tê de dimînin.
Her wiha wan daxwaz kir ku xwediyên wan milkan ji gef û şantajan bên parastin.
Perwerdeya bi zimanê Kurdî
Xelkê Efrînê di warê perwerdeyê de jî daxwaza cîbicîkirina biryarên Wezareta Perwerdeyê yên derbarê hînkirina zimanê Kurdî kir.
Wan xwest ku hînkirina Kurdî ya li dibistanên herêmê li ser bingeha Fermana Serokomariyê ya hejmar 13 a sala 2026an be.
Ji bo hînkirina zimanê Kurdî daxwaza dabînkirina bernameyên perwerdeyê û mamosteyan hat kirin.
Bidawîanîna dîmenên çekdarî
Di daxwaznameyê de hat tekezkirin ku pêwîst e xelkê herêmê bi awayekî rasteqîn di birêvebirina karûbarên xwe de beşdar be.
Ev beşdarbûn sazî û dezgehên xwecihî, ewlehî, dadwerî û îdarî li xwe digire.
Her wiha hat xwestin ku çek tenê di destê sazî û dezgehên dewletê de bin û dawî li dîmenên çekdarî û binpêkirinên derveyî yasayê were anîn.
Vegerandina navên Kurdî
Efrîniyan xwest ku navên Kurdî yên dîrokî yên gund, bajarok û cihên erdnîgarî yên ku di pêvajoya Erebkirinê de hatine guhertin, bên vegerandin.
Her wiha wan tekezî li ser parastina mîrateya dîrokî û çandî ya herêmê kir.
Rawestandina destdirêjiya li ser darên zeytûnan
Efrîniyan di warê aborî de jî ev daxwaz kirin:
· Betalkirina xerc û bacên awarte yên neyasayî.
· Rawestandina destdirêjiya li ser darên zeytûnan, daristan û zeviyên çandiniyê.
· Cezakirina kesên sûcdar û qerebûkirina zererdîtiyan.
Pêdaçûna karê şirketa “Îktîfa”yê
Efrîniyan di daxwaznameyê de xwest ku li ser karê şirketa “Îktîfa”yê pêdaçûneke yasayî û darayî ya serbixwe were kirin.
Wan xwest ku bingehên yasayî yên birêvebirin û bikaranîna erd û zeviyan werin eşkerekirin.
Her wiha wan xwest ku destwerdana bêhincet a di milk û berhemên welatiyan de were rawestandin û vegerandina milk û dahatan were misogerkirin.
Daxwaza avakirina komîteyekê
Kesên ku daxwazname îmze kiriye di dawiyê de ji Ehmed Şer xwest ku komîteyeke fermî ya hevbeş ji xelkê herêmê were pêkanîn.
Ev komîte dê li van daxwazan lêkolînê bike û ji bo çareserkirina wan, dem û rêkarên diyarkirî destnîşan bike.
Wan tekez kir ku ew daxwaza ti îmtiyazên taybet ji bo Efrînê nakin lê tenê pêkanîna yasayê û wekheviya di mafan de bi hemû welatiyên din ên Sûriyeyê re dixwazin.



