Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Alî Babacan li Hewlêrê di semînera Navenda Lêkolînan a Rûdawê de axivî.
Babacan li ser gelek mijaran ji pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê heta pêwendiyên bi Herêma Kurdistanê re, ji Projeya Rêya Bipêşketinê heta ewlehiya herêmî daxuyanî dan.
Babacan diyar kir ku divê Pirsgirêka Kurdan û pirsgirêka ewlehiyê di xetên ji hev cuda de bên çareserkirin û got:
"Maf û azadiyên bingehîn nabin mijara bazarê."
Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Alî Babacan ji bo çend hevdîtinan bi şandeyekê re li Hewlêra paytext e û beşdarî semînera taybet a Navenda Lêkolînan a Rûdawê bû.
Moderatiriya semînerê ji aliyê rojnameger û pêşkêşkara Rûdawê Hêvîdar Zanayê ve hat kirin.
Babacan di semînerê de pêwendiyên Tirkiye û Herêma Kurdistanê, bipêşketinên herêmî, Projeya Rêya Bipêşketinê û pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê nirxandin.
Birêvebirê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed di destpêka semînerê de axivî û hêvî kir ku hewlên ji bo çareserkirina Pirsgirêka Kurdan ên li Tirkiyeyê bi pêş ve biçin.
Ako Mihemed da zanîn ku ew hêvî dikin serdana Babacan a ji bo Herêma Kurdistanê bibe alîkar ku pêwendiyên di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê û her du civakan de bi pêş bikevin.
"Pêwendiyên Tirkiye û Herêma Kurdistanê berfirehtir bûne"
Babacan pêwendiyên Tirkiye, Îraq û Herêma Kurdistanê nirxandin û bal kişand ser girêdanên dîrokî, çandî û civakî yên her du aliyan.
Babacan anî zimên ku paşeroja Tirkiye û Îraqê ji hev nayê cudakirin.
Wî destnîşan kir ku piştî damezirandina Herêma Kurdistanê, pêwendiyên di navbera Tirkiye û birêvebiriya herêmê de di nava salan de bi pêş ketine û got:
"Îro ev pêwendî bûye komeke berfirehtir a pêwendiyan ku ji siyasetê heta ewlehiyê, ji aboriyê heta veberhênanan li xwe digire.
Em ji pêşveçûna van pêwendiyan û berfirehbûna hevkariyê gelekî kêfxweş in."
Babacan tekez kir ku ewlehiya herêmê mijareke hevbeş e.
Wî diyar kir ku divê hêzên milîs û rêxistinên çekdar di nava demê de dawî li hebûna xwe bînin, çek bên danîn û pirsgirêk li ser zemîna siyaseta rewa û demokratîk bên çareserkirin.
Babacan li ser aramiya herêmê got, "Êdî ne pevçûn, ne wêranî û ne şer; divê em hemû bi hev re ji bo cografyaya aştî û ewlehiyê hewl bidin.
Divê gelên herêmê pirsgirêkên xwe li gorî rojeva aktorên derve nebe, bi rêya diyalog û hevkariya di navbera xwe de çareser bikin."
"Divê Herêma Kurdistanê ji Rêya Bipêşketinê neyê dûrxistin"
Babacan qala Projeya Rêya Bipêşketinê jî kir û diyar kir ku divê ev proje bi korîdorên Çînê û bi taybetî Korîdora Navîn re bi awayekî hevgirtî were fikirîn.
Babacan da zanîn ku divê xeta projeyê li gorî navendên girîng ên aboriyê were diyarkirin û tekez kir ku divê Herêma Kurdistanê li derveyî projeyê nemîne û domand:
"Em di wê baweriyê de ne ku eger ev proje Herêma Kurdistanê ji nedîtî ve neyê, lê wê li xwe bigire, parve bike û bibe projeyeke berfirehtir, dê gelekî bi feyde be."
Babacan li ser pirsa ka gelo Bexda dikare bikeve şûna Hewlêrê, destnîşan kir ku her du bajar jî navendên girîng ên aboriyê ne û got:
"Li şûna ku navendek bikeve cihê navendeke din, em dibêjin, 'Çima em hemû bi hev re bi ser nekevin, çima em hemû bi hev re bilind nebin?'
Çima em cudahiyên navbera xwe bi rêya diyalogê û aştiyane çareser nekin û bi hev re kar nekin?"
Babacan hêvî kir ku pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê li ser bingeha lihevkirinê bên çareserkirin û cudahiyên nêrînê yên navbera Hewlêr û Silêmaniyê jî di demeke kurt de ji holê rabin.
Babacan diyar kir ku xurtkirina pêwendiyên aboriyê dê alîkariya aramiya siyasî û ewlehiyê jî bike û divê sînor nebin asteng li ber bazirganî, veguhastin, sermaye û çûnehatina azad a mirovan û got:
"Dîtina me ew e ku barhilgirek ji Kendava Besrayê derkeve û di ser Stenbolê re bi rihetî biçe nava Ewropayê.
Entegrasyona aborî dê ji bo welatên herêmê refaha hevbeş pêk bîne."
Hişyariya şerê Îranê: "Ti pirsgirêkê çareser nake"
Babacan li ser bipêşketinên herêmî û şerê li dijî Îranê jî peyivî û got ku divê rê li ber derbasbûna şer a ji bo qonaxên nû were girtin.
Babacan bi bîr xist ku Îran ji bo Tirkiye û Herêma Kurdistanê cîranekî hevbeş e û diyar kir ku ew bawer dikin şerê hatiye destpêkirin ti pirsgirêkê çareser nake.
Babacan da zanîn ku di hevdîtinên xwe yên li gel Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî de di vê mijarê de helwesteke hevbeş û erênî dîtiye.
Wî hewlên ji bo rêlibergirtina tevlîbûna hin koman a di nava vî şerî de jî girîng nirxand.
Babacan hewlên dîplomatîk ên pêşerojê yên li ser bernameya nukleerê ya Îranê bi bîr anîn û got ku di dema Wezîrtiya xwe ya Karên Derve de sala 2007an tevlî pêvajoya dan û standinan bûne û wan xebatan metirsiya şer bi paşve xistiye.
Babacan polîtîkayên hikûmeta Îsraîlê yên li herêmê jî rexne kirin û anî zimên ku gavên hikûmeta Benjamin Netanyahuyê ji dilgiraniyên ewlehiyê yên Îsraîlê derbas bûne û wih pê de çû:
"Polîtîkaya berfirehbûnê ya Îsraîlê niha li ber ewlehiya herêmê bûye gefa herî mezin.
Rûdanên li Xeze, Şerîeya Rojava, Libnan û Sûriyeyê bandoreke neyînî li aramiya herêmê dikin.
Hikûmeta niha ya Îsraîlê yan hikûmeta nû ya ku dê were avakirin nikare tevahiya herêmê bixe nav nearamiyê û bi xwe di nav ewlehiyê de be; tiştekî wiha nîne."
"Divê Pirsgirêka Kurdan û ya ewlehiyê ji hev cuda bên çareserkirin"
Babacan di semînerê de pirsên li ser Pirsgirêka Kurdan a li Tirkiyeyê û pêvajoya çareseriyê ya ku didome jî bersivandin.
Wî bi bîr xist ku dema wan Partiya DEVAyê ava kiriye, wan gotiye ku li Tirkiyeyê hem Pirsgirêka Kurdan û hem jî pirsgirêka tundî û ewlehiyê heye û got:
"Li Tirkiyeyê Pirsgirêka Kurdan heye, di heman demê de li Tirkiyeyê pirsgirêka tundiyê, pirsgirêka ewlehiyê û pirsgirêka terorê heye. Divê em ji bo çareserkirina her duyan jî bixebitin.
Lê divê çareseriya van her du pirsgirêkan di xetên ji hev cuda de bi rê ve biçe û mijarên van her du qadan bi hev re nebin mijara bazarê."
Babacan diyar kir ku piştî daxuyaniyên Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî yên Çiriya Pêşîn a 2024an, partiya wan yek ji yekem partiyan bû ku piştgirî da vê pêvajoyê û wiha anî zimên:
"Ev kar zehmet in, aloztir in lê eger ji sedî 5 jî îhtimala çareseriyê hebe, em dê herin piştgiriyê bidin wî ji sedî 5î."
Babacan destnîşan kir ku pêvajo hêdî bi rê ve diçe lê çareserkirina pirsgirêkeke ku ji 40 salî zêdetir e didome ne hêsan e.
Wî anî zimên ku ew dixwazin pêvajoya danîna çekan leztir bi rê ve biçe.
Babacan her wiha bal kişand ser piştgiriya birêveberiya Herêma Kurdistanê ya ji bo vê pêvajoyê û destnîşan kir ku keda Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî gelekî girîng e.
"Mafên bingehîn nabin mijara bazarê"
Babacan ducare kir ku di çareserkirina Pirsgirêka Kurdan de divê maf û azadiyên bingehîn wekî sernavekî serbixwe bên nirxandin.
Babacan da zanîn ku divê çareserî li ser zemîna siyaseta demokratîk were gerîn û bal kişand ser prensîbên welatîbûna wekhev, rûmeta mirovî, serweriya qanûnê û demokrasiya pirreng û wiha domand:
"Maf û azadiyên bingehîn di ti mijarê de nabin mijara bazarê. Bi dengê piranî nikarin maf û azadiyên kêmîneyan bên sînordarkirin."
Babacan anî zimên ku pêvajoya çareseriyê ne tenê ji bo Tirkiyeyê, dikare ji bo tevahiya herêmê bibe sedema guherîneke erênî û areserkirina vê pirsgirêkê ji aliyê Tirkiye û welatên cîran ve dikare ji bo komên din ên çekdar û aloziyên li herêmê jî bibe mînak.
Babacan di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser qanûna çarçoveyê ya ku li Parlamentoyê hat qebûlkirin û pesendkirina wê ya bi 467 dengan wekî nîşaneya lihevkirineke berfireh nirxand:
"Ev yek bi rastî nîşan dide ku di van demên dawî de li ser ti mijarê lihevkirineke wisa berfireh çênebûye.
Ev nîşan dide ku îradeya çareseriyê hem li cem gelê me û hem jî li Parlamentoya me çi qasî xurt e."
Piştî beşa vekirî ya semînerê, civîn di çarçoveya rêzika Chatham Houseê de bi beşa pirs û bersivan a ji bo çapemeniyê girtî berdewam kir.


.webp&w=3840&q=75)