کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
CÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Article hero image
Kurdistan

PENa Navneteweyî: Divê ziman û çanda Kurdî di destûra Tirkiyeyê de cih bigirin

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

10-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran10-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Parka herî mezin a Amedê li ber qedandinê ye
Kurdistan10-11-2026

Parka herî mezin a Amedê li ber qedandinê ye

Babacan: Divê Pirsgirêka Kurdan û pirsgirêka ewlehiyê ji hev cuda bên çareserkirin
Kurdistan10-11-2026

Babacan: Divê Pirsgirêka Kurdan û pirsgirêka ewlehiyê ji hev cuda bên çareserkirin

Komîteya Koçberên Serê Kaniyê: 370 malbat vedigerin ser mal û milkên xwe
Kurdistan10-11-2026

Komîteya Koçberên Serê Kaniyê: 370 malbat vedigerin ser mal û milkên xwe

Hewlêr (Rûdaw) - PENa Navneteweyî li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê ragihand ku divê ziman û çanda Kurdî di destûra Tirkiyeyê de cih bigirin

Piştî konferansa navneteweyî ya bi sernavê “Wêje û Aştî” ya li Amedê danezanek hat weşandin.

Di danezanê de hat diyarkirin ku aştiya mayînde tenê bi danîna çekan pêk nayê.

PENa Navneteweyî xwest ku nasname, ziman û çanda Kurdî di destûra bingehîn de bibin xwedî garantî.

Her wiha daxwaza perwerdeya bi zimanê dayîkê hat kirin û hat xwestin ku nivîskar, rojnameger û girtiyên siyasî bên berdan.

Deklarasyona Amedê

Konferansa “Wêje û Aştî” ji aliyê Navenda PENa Kurd ve di navbera 6-7ê Çiriya Paşîn a 2026an de li Amedê hat lidarxistin.

Ev konferans bi pêşengiya Serokê PENa Navneteweyî Burhan Sonmez û bi beşdariya nûnerên PENê, nivîskar û akademîsyenan bi rê ve çû.

Di vê konferansê de şert û mercên aştiya mayînde ya li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê hatin nirxandin û "Deklarasyona Amedê" hat weşandin.

Di deklarasyonê de hat destnîşankirin ku aştiyeke rastîn, rewa û mayînde nikare li ser bingeha zextên çekdarî were avakirin.

PENa Navneteweyî diyar kir ku lihevkirineke rastîn tenê bi rêya diyalogeke samîmî, naskirina dualî, parastina rûmetê û wekheviyeke tam gengaz e.

PENa Navneteweyî destnîşan kir ku hewldanên ji bo aştiyê erênî ne lê ji bo aştiyeke mayînde divê mafên çandî û zimanî werin naskirin.

Di heman demê de hat ragihandin ku aştî ne tenê bêdengbûna çekan e divê mafên siyasî, civakî, aborî û çandî bi rêkarên qanûnî werin parastin.

"Mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê"

Yek ji xalên herî sereke yên deklarasyonê, mafên nasname, ziman û çandê yên Kurdan bû.

Di metnê de hat diyarkirin ku jiyana hevpar tenê li ser bingeha maf û derfetên wekhev dikare bimeşe.

Ji ber vê yekê hat xwestin ku nasname û zimanê miletê Kurd di destûrê de werin naskirin.

Her wiha banga garantîkirina qanûnî ya mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê û bikaranîna fermî ya zimanê Kurdî hat kirin.

Hat destnîşankirin ku wekheviya civakî tenê di hawîrdorekê de pêkan e ku ti kes neyê neçarkirin dest ji nasnameya xwe berde.

Hat diyarkirin ku asîmîlasyon bi ti awayî nayê qebûlkirin.

Banga berdana nivîskar û rojnamegeran

Di deklarasyonê de giranî li ser azadiya derbirînî hat dayîn.

PENa Navneteweyî da zanîn ku kursiyê vale yê di salona konferansê de sembola binpêkirinên li ser azadiyê ye.

PENa Navneteweyî û Navenda PENa Kurd bangî desthilatê kir ku hemû nivîskar, rojnameger û girtiyên siyasî bêyî ti şert û mercî werin berdan.

PENa Navneteweyî û Navenda PENa Kurd destnîşan kir ku di nav jîngehekê de ku rexnegir û nivîskar girtî bin, ti hewldaneke aştiyê nikare xwedî rewayiyeke exlaqî û demokratîk be.

Rola wêje û çandê di aştiyê de

PENa Navneteweyî di deklarasyonê de bal kişand ser rola wêjeyê ya di avakirina aştiya civakî de û got:

“Li cihên siyaseta asayî diqefile, wêje rasterast dengê xwe digihîne wijdanê mirovahiyê. Nivîskar û nûnerên PENê ti carî pênûsa xwe naxin xizmeta parçekirin û şovenîzmê.”

Hat diyarkirin ku ew pênûsa xwe beravajî vê, dê her tim ji bo rastî, edalet û biratiya gerdûnî bi kar bînin.

Di beşa encamê de bangî rayedarên dewletê û rêberên siyasî hat kirin.

Hat xwestin ku ji bo dabînkirina aştiyeke mayînde, diyalogeke samîmî ku xwe dispêre rêgezên wekheviyê were meşandin.

Her wiha daxwaz hat kirin ku sazî û rêxistinên sivîl piştgiriya hewldanên aştiya mayînde bikin.

Nûçeyên Têkildar

Parka herî mezin a Amedê li ber qedandinê ye
Kurdistan10-11-2026

Parka herî mezin a Amedê li ber qedandinê ye

Babacan: Divê Pirsgirêka Kurdan û pirsgirêka ewlehiyê ji hev cuda bên çareserkirin
Kurdistan10-11-2026

Babacan: Divê Pirsgirêka Kurdan û pirsgirêka ewlehiyê ji hev cuda bên çareserkirin

Komîteya Koçberên Serê Kaniyê: 370 malbat vedigerin ser mal û milkên xwe
Kurdistan10-11-2026

Komîteya Koçberên Serê Kaniyê: 370 malbat vedigerin ser mal û milkên xwe

Pirsên