Hewlêr (Rûdaw) - Ciwanekî xwebexş ê ji bajarê Hewlêrê, ji bo pêşbînîkirina keş û hewayê platformeke pêşketî damezirandiye.
Ev platform bi alîkariya hişê çêkirî û daneyên peykên çêkirî (satelayt) hişyariya pêşwext a lehiyan dide.
Xizmetên vê platformê bi rêya sepanê Telegramê pêşkêşî xelkê tên kirin.
Ciwanê bazirgan û xwebexş ê ji Hewlêrê Mihemed Saleyî platforma "MyWeather.krd"yê ava kiriye.
Ev platform pêşbîniyên hûr ên keş û hewayê yên 146 navçeyên cuda yên Herêma Kurdistanê parve dike.
Platform saetekê berê, li ser egera barîna baraneke zêde û rabûna lehiyê hişyariyê dide.
"Min biryar da ku ez xizmeta civaka xwe bikim"
Damezirînerê platformê Mihemed Saleyî beşdarî bultena Nûrojê ya Rûdawê bû û bersiv da pirsên Nalîn Hesenê.
Mihemed Saleyî li ser armanca destpêşxeriya xwe got:
"Demeke dirêj bû di plana min de hebû ku ez malpereke wiha çêbikim.
Piştî wan lehiyên ku rû dan û xelkê zerereke zêde dît, min biryar da ku ez li gorî zanîna xwe xizmeta civaka xwe bikim."
"Dikare ji bo taxan jî pêşbîniyan bike"
Ev sîstem xwe dispêre 4 çavkaniyên cîhanî yên pêbawer û daneyên peykên çêkirî.
Her wiha bi teknolojiya hişê çêkirî daneyan analîz dike.
Yek ji taybetmendiyên sereke yên platformê ew e ku dikare bi awayekî otomatîk bi rêya Telegramê hişyariyan ji bikarhêneran re bişîne.
Mihemed Saleyî li ser vê yekê got, “Eger di nava saetekê de rêjeya baranê ji 30 mîlîmetreyî zêdetir bibe, bi awayekî otomatîk peyam ji hemû beşdaran re diçe.
Sîstem ji wan re dibêje ku egera kombûna avê heye."
Saleyî destnîşan kir ku sîstem gelekî hûr e û dikare ji bo taxan jî pêşbîniyan bike û got:
"Wekî mînak, gelek caran li Enkawa an jî Şawêsê baran dibare lê li Daretû û Bineslawayê nabare."
Ji bilî hişyariya rabûna lehiyê, sîstem rojane du caran agahiyên giştî yên keş û hewayê ji bikarhêneran re dişîne.
Platform şîretan li dê û bavan, şofêran an jî xwediyên sîstemên enerjiya rojê dike.
Di plana paşerojê de çi heye?
Mihemed Saleyî derbarê pêwendiya bi aliyên fermî re eşkere kir ku heta niha ti pêwendiyên wan çênebûye lê ew ji bo karkirina bi saziyên keş û hewayê re amade ne.
Mihemed Saleyî di plana paşerojê de dixwaze sîstemê zêdetir bi pêş bixe.
Armanca wî ew e ku sîstem bi rêya hişê çêkirî û nexşeyên erdnîgarî wan cade û kolanên egera kombûna avê li wan heye diyar bike û rênimayên rasterast bide welatiyan.
Lînka malperê: https://myweather.krd/


