Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser sedemên lehiyê û tezmînata zererdîtiyan axivî û got, “Em dê her tiştê ku ji destê me tê bikin.”
Wî ji bo meaşan jî anî zimên, “Me soz stendiye ku dabeşkirina meaşan dê bidome.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî çavdêriya Parêzgariya Hewlêrê û projeya “Korîdora Kesk” kir.
Piştî vê yekê wî di konferanseke rojnamegeriyê de li ser zererên lehiyê, tezmînata qurbaniyan, meaş, destpêkirina karên parlamentoyê û çend mijarên din daxuyanî da.
Mesrûr Barzanî ji welatiyan xwest ku ji bo parastina xwe û bajarên xwe yên ji lehiyên nû, pêbendî rênimayên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bin.
Lehî û sedemên wê
Mesrûr Barzanî bal kişand ser krîza darayî ya wekî yek ji sedemên lehiyê û got:
“Zexteke mezin li ser me heye ku em hemû dahatan radestî Bexdayê bikin da ku meaş werin dabînkirin.
Meaş ne her tişt e. Ji bo ku em karibin xizmeta xelkê bikin, pêwîstiya me bi budceyê heye ku amûr û xizmetguzariyên pêwîst dabîn bike.”
Tezmînata zererdîtiyên lehiyê
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bersiv da pirsa Nûçegihanê Rûdawê Rence Cemal a li ser tezmînata zererên kesên ku ji lehiyê bandor bûne û got:
“Piştî nirxandina zererên ku çêbûne, em dê hewleke cidî bidin ku em tezmînata zererdîtiyan bidin.”
Avakirina hikûmetê û gotûbêjên bi aliyên siyasî re
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li ser avakirina hikûmetê jî ev tişt anîn zimên:
“Deriyê me ji bo hemû aliyan vekirî ye. Niha parlamentoyeke me ya çalak heye.
Parlamento ji bo hemû aliyên siyasî qada diyalogê ye. Ez dixwazim bidim xuyakirin ku deriyê me ji bo her aliyekî siyasî yê ku xema Herêma Kurdistanê dixwe vekirî ye.”
Budce bi dahatên Îraqê ve girêdayî ye
Mesrûr Barzanî li ser budce û meaşên Herêma Kurdistanê û civîna xwe ya bi Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî re axivî û got, “Wan soz daye me ku dê meaş werin misogerkirin.”
Amerîka alîgira Herêma Kurdistaneke bihêz e
Mesrûr Barzanî li ser helwesta Amerîkayê û pêwendiya xwe ya telefonî ya bi Tom Barrack re ragihand:
“Amerîka alîgira Herêma Kurdistaneke bihêz û yekgirtî ye.”
Êrişa li ser Kormorê
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li ser êrişa li ser Qada Gazê ya Kormorê jî ev tişt anîn zimên:
“Êriş bi tundî hat şermezarkirin. Ji bo lêkolînkirina bûyerê komîteyeke hevbeş hat avakirin. Daxwaza me ew e ku berpirsên vê êrişê werin cezakirin.”


