کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
CÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Dayîk û bavê Ayten Ozturk / Wêne: Tora Civakî

Dayîk û bavê Ayten Ozturk / Wêne: Tora Civakî

Kurdistan

Keça wî ji aliyê 'Yeşîl' ve hatibû kuştin: Bavekî 90 salî li benda edaletê ye

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

10-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran10-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Parka herî mezin a Amedê li ber qedandinê ye
Kurdistan10-11-2026

Parka herî mezin a Amedê li ber qedandinê ye

Babacan: Divê Pirsgirêka Kurdan û pirsgirêka ewlehiyê ji hev cuda bên çareserkirin
Kurdistan10-11-2026

Babacan: Divê Pirsgirêka Kurdan û pirsgirêka ewlehiyê ji hev cuda bên çareserkirin

Komîteya Koçberên Serê Kaniyê: 370 malbat vedigerin ser mal û milkên xwe
Kurdistan10-11-2026

Komîteya Koçberên Serê Kaniyê: 370 malbat vedigerin ser mal û milkên xwe

Hewlêr (Rûdaw) - Bavê Ayten Ozturkê ya ku sala 1992yan ji aliyê "Yeşîl" ve hatibû kuştin, Hidir Ozturkê 90 salî bangî Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek kir ku dosyaya keça wî ji nû ve bê vekolîn û edalet pêk were.

Parêzer Cîhan Soylemez li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku Hidir Ozturkê 90 salî serî li Daîreya Lêkolîna Dosyayên Tawanên Kiryarnenas a Wezareta Dadê ve daye.

Soylemez diyar kir ku Ayten Ozturk sala 1992yan ji aliyê Mahmut Yildirimê bi nasnavê "Yeşîl" ve hatiye kuştin.

"34 sal in ez hawara edaletê dikim"

Tevî ku 34 sal di ser kuştina keça wî re derbas bûne jî kujer nehatine darizandin.

Hidir Ozturkê 90 salî bi peyameke vîdeoyî daxwaz kir ku bi Wezîrê Dadê Akin Gurlek re hevdîtinê pêk bîne.

Hidir Ozturk di peyama xwe de got:

"Birêz Wezîr, ez wekî bavekî 90 salî, wekî bavê keçeke ku sala 1992yan termê wê perçe perçe kiribûn û guhên wê jêkiribûn, bangî wijdanê we dikim.

Ev 34 sal in ez her hawara edaletê dikim. Ez dixwazim êşên xwe ji we re bibêjim û derkevim pêşberî we."

"Tevî ku kujer diyar in jî ti gav nehatin avêtin"

Bavê dilsotî da zanîn ku hemû hûrgiliyên di dosyeyê de û kesên berpirsyar tên zanîn lê bi salan e ti gaveke yasayî nehatiye avêtin û wiha pê de çû:

"Ji bo paqijkirina vê lekeya reş a dîrokê di dosyeyê de hemû agahiyên berfireh hene û kesên kujer diyar in lê derbarê wan ti tişt nehatiye kirin.

Tevî ku biryara desteserkirina kesê bi nasnavê Yeşîl hebû, hekîmê ku rapor amade kir, dozger, Parêzgarê Dêrsimê û Fermandarê Alaya Cendirmeyan diyar bûn jî ti lêpirsîn nehat kirin û dosya heta îro hat xirakirin.

Wekî bavekî bi êş ez dixwazim derkevim pêşberî we û li ser keça xwe agahiyan bidim we."

Parêzer Cîhan Soylemez jî ji bo pejirandina daxwaza hevdîtinê ya vî bavê 90 salî û bersivdana serlêdanê banga xwe ya ji bo Wezîr Gurlek ducare kir.

Pirsên