Hewlêr (Rûdaw) - Mamosteyê Beşa Endezyariya Mîmariyê ya Zanîngeha Kurdistanê-Hewlêrê (UKH) Saman Gerdî di pêşbirka mîmariyê ya navneteweyî ya li Parîsa paytexta Fransayê de xelata yekem wergirt.
Saman Gerdî mîrata dîrokî ya Herêma Kurdistanê bi teknolojiya hişê çêkirî re kir yek û di nav beşdariya 50 welatan de bi sedan projeyan li pey xwe hişt.
Pêşbirka "Architizer Vision Awards" ku di qada mîmarî û sêwiranê de wekî yek ji platformên herî biprestîj tê qebûlkirin, bi merasîmeke li Parîsê encamên xwe eşkere kir.
Di vê organîzasyonê de ku zêdetirî 600 projeyên bijarte ji 50 welatên cuda tê de ketibûn pêşbirkê, akademîsyenê Zanîngeha Kurdistanê-Hewlêrê (UKH) Saman Gerdî serkeftineke mezin bi dest xist û bû yekem.
Bi mîmarê navdar Thomas Heatherwick re derket ser heman dikê
Saman Gerdî derbarê serkeftina xwe ji Rûdawê re axivî û kêfxweşiya xwe ya ji bo wergirtina vê xelatê ya li ser asteke cîhanî anî zimên:
"Bidestxistina vê xelatê ya ji nav gelek proje û welatên bihêz ên cîhanê bextewariyeke bêhempa ye.
Bi taybetî li ser heman dikê rawestana bi yek ji mîmarên efsanewî yên cîhanê mîmarê Brîtanî Thomas Heatherwick re û tomarkirina vê serkeftinê li ser navê Kurdistanê ji bo min serbilindiyeke cuda ye."
Mîrata dîrokî û hişê çêkirî gihîştin hev
Gerdî destnîşan kir ku projeyên din bi giranî tenê li ser xetên nûjen û paşerojê sekinîbûn lê wan mîrata dîrokî ya kûr kiriye bingeha xebata xwe:
"Piraniya beşdaran tenê konsepta modern pêşkêş kiribû lê me cihên dîrokî yên dewlemend ên Kurdistanê xist navenda xebata xwe.
Me Kela Hewlêrê û Dîwanxaneya Hesen Axa bi teknolojiya herî bipêşketî ya hişê çêkirî re li hev anî.
Ev serkeftin delîla herî berbiçav e ku nêrîna mîmariyê ya herêma me dikare bi bikaranîna teknolojiyên herî nû di asteke cîhanî de rikeberiyê bike."
Bi du projeyan beşdar bû
Saman Gerdî da zanîn ku ew bi du xebatên cuda beşdarî pêşbirkê bûye.
Projeya yekem fîlmekî kurt ê ceribandinê bû ku li ser Kela Hewlêrê hatibû çêkirin û heta nîvfînalê bilind bû.
Projeya duyem jî ku xelata mezin jê re anî, sêwirana nûjen a mîmarî û projeya dîtbarîkirinê bû ku bi entegrasyona hişê çêkirî hatibû amadekirin.
Ev proje ji aliyê komîteya dadweran ve bi xelata yekem hat xelatkirin.
Saman Gerdî ev nêzîkî du sal in li Zanîngeha Kurdistanê-Hewlêrê di beşa mîmariyê de dixebite û di heman demê de damezirînerê ofîsa sêwiranê ya bi navê "Peyker Mîmarî" ye.
Architizer di sala 2009an de li bajarê New Yorkê yê Amerîkayê hatiye damezirandin û di asta cîhanê de ji bo nirxandina mîmariya nûjen û sêwiranên wêrek yek ji navendên herî bibandor e.



