کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
CÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Kurdistan

Mustafa Ozçelîk: Hevbendî ne partiyek e, tifaqa stratejîk a neteweyî ye

RÛDAW

RÛDAW

10-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW10-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Parka herî mezin a Amedê li ber qedandinê ye
Kurdistan10-11-2026

Parka herî mezin a Amedê li ber qedandinê ye

Babacan: Divê Pirsgirêka Kurdan û pirsgirêka ewlehiyê ji hev cuda bên çareserkirin
Kurdistan10-11-2026

Babacan: Divê Pirsgirêka Kurdan û pirsgirêka ewlehiyê ji hev cuda bên çareserkirin

Komîteya Koçberên Serê Kaniyê: 370 malbat vedigerin ser mal û milkên xwe
Kurdistan10-11-2026

Komîteya Koçberên Serê Kaniyê: 370 malbat vedigerin ser mal û milkên xwe

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk ragihand ku Hevbendiya Niştimanî ya Kurdistanê (HEVBENDÎ) ne partiyek e, tifaqa stratejîk a ji bo temsîliyeta neteweyî ya demdirêj e.

Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê bi daxuyaniyeke çapemeniyê damezirandina Hevbendiya Niştimanî ya Kurdistanê (HEVBENDÎ) bi awayekî fermî hat ragihandin.

Ev tifaqa ku bi armanca naskirina mafên neteweyî yên gelê Kurd, mafê diyarkirina çarenûsa xwe û mezinkirina hevgirtina neteweyî ya li Kurdistanê hatiye avakirin, gelek partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl û kesayetên serbixwe anîn ba hev.

Hevbendî bi beşdariya Înîsiyatîfa Niştimanî ya Kurdistanê, PÊLKURD, Partiya Demokrat a Kurdistanê-Bakur (PDK-BAKUR), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), VEJÎN û kesayetên serbixwe pêk hat.

Piştî ragihandina tifaqê, Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk bû mêvanê Tora Medyayî ya Rûdawê û pirsên Hêvîdar Zanayê bersivandin.

"Armanc ew e ku Kurd li ser axa xwe desthilatdar bin"

Mustafa Ozçelîk destnîşan kir ku HEVBENDÎ ne partiyeke siyasî ye yan jî înîsiyatîfeke civaka sivîl e lê wekî "tifaqeke stratejîk" hatiye damezirandin.

Ozçelîk armanca damezirandina tifaqê bi van gotinan anî zimên:

"Armanca me ya sereke ew e ku em ji bo doza azadiya Kurdistanê, mafê diyarkirina çarenûsa miletê Kurd û desthilatdariya gelê Kurdistanê ya li ser axa xwe vê tifaqê xurt bikin."

Şertê beşdarbûnê naskirina mafên Kurdan e

Serokê Giştî yê PWKyê li ser şertên beşdarbûna tifaqê diyar kir ku di konferansê de bername û rêziknameya navxwe hatiye pejirandin:

"Yên ku têgihîştina dewleta Tirkiyeyê ya 'yek dewlet, yek milet, yek welat, yek al û yek ziman' diparêzin li derveyî vê tifaqê ne.

Her wiha yên ku hebûn, mafên neteweyî, mafê xwebirêvebirinê û statuya miletê Kurd nas nakin û van mafan di bin navê 'neteweya demokratîk', 'entegrasyon' an 'pergala komunal' de bêbandor dikin jî bi pîvanên tifaqê re li hev nakin.

Em ji hemû kes, alî û partiyên ku hebûna miletê Kurd, Kurdistanê û mafê statuyê dipejirînin re vekirî ne."

Meclisa ji 51 kesan dê birêvebiriya xwe hilbijêre

Mustafa Ozçelîk da zanîn ku di konferansa damezirandinê de mecliseke ji 51 kesan hatiye hilbijartin ku ji nûnerên partî, sazî û kesayetên serbixwe pêk tê.

Ozçelîk eşkere kir ku dê di qonaxa yekem de bernameya HEVBENDÎyê li bajaran bê nasandin û li seranserê Tirkiyeyê komîteyên rêxistinkirinê bên avakirin:

"Em dê biçin bajaran, bi partiyên siyasî, saziyên sivîl û kesayetên qebûlkirî re bicivin. Em dixwazin tifaqê berfireh bikin.

Gava me ya yekem dê birêxistinkirina me bi xwe be. Em dê kolan bi kolan, tax bi tax, gund bi gund û bajar bi bajar bixebitin da ku bernameya xwe bigihînin xelkê."

Ozçelîk her wiha angaşt kir ku di nav DEM Partiyê de jî kesên ku nêzîkî vê xetê ne hene û got, "Ji sedî 70 heta 80yî potansiyela nav DEM Partiyê bi me re di heman xetê de ye."

Erkê berdevkiyê dê 6 mehan carekê biguhere

Serokê Giştî yê PWKyê derbarêbirêvebiriya tifaqê jî agahî dan û got ku meclisa ji 51 kesan dê di demeke kurt de bicive û birêvebiriya xwe hilbijêre.

Piştî wê jî dê birêvebirî berdevkê tifaqê diyar bike.

Ozçelîk ragihand ku li gorî rêziknameya navxwe erkê berdevkiyê dê ne daîmî be, dê 6 mehan carekê biguhere û nûnerên pêkhateyên cuda dê bi dorê vî erkî bimeşînin.

Nûçeyên Têkildar

Parka herî mezin a Amedê li ber qedandinê ye
Kurdistan10-11-2026

Parka herî mezin a Amedê li ber qedandinê ye

Babacan: Divê Pirsgirêka Kurdan û pirsgirêka ewlehiyê ji hev cuda bên çareserkirin
Kurdistan10-11-2026

Babacan: Divê Pirsgirêka Kurdan û pirsgirêka ewlehiyê ji hev cuda bên çareserkirin

Komîteya Koçberên Serê Kaniyê: 370 malbat vedigerin ser mal û milkên xwe
Kurdistan10-11-2026

Komîteya Koçberên Serê Kaniyê: 370 malbat vedigerin ser mal û milkên xwe

Pirsên