Hewlêr (Rûdaw) - Xortekî 30 salî yê Kurd ê bi navê Hogir Mihemed ê xelkê bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê, piştî vegera Sûriyeyê ev 13 roj in li devera Sermedayê ya parêzgeha Îdlibê winda bûye û ti agahî li ser çarenivîsa wî nîne.
Hogir Mihemed ku 10 salan li Almanyayê dijî, beriya demekê vegeriyabû welêt.
Birayê wî Mezlûm Mihemedê ku li herêma Thuringenê ya Almanyayê dijî, di bultena Rûdawê de hûrgiliyên windabûna birayê xwe eşkere kirin û bang li aliyên pêwendîdar kir ku ji bo dîtina wî alîkariyê bikin.
Ji Almanyayê ber bi Îdlibê ve
Li gorî gotina malbatê, Hogir û birayê wî Mezlûm sala 2015an ji ber şerê navxwe yê Sûriyeyê koçberî Almanyayê bûbûn.
Hogir ji ber kêmbîniya çavan nedikarî bixebite û alîkariya civakî ji hikûmeta Almanyayê distand.
Tevî nerazîbûna birayê wî jî, Hogir Gulana 2026an bi rêya rêxistina alîkariyê ya "Caritas"ê ji Almanyayê vegeriya Sûriyeyê.
Ew destpêkê digihîje Balafirgeha Şamê, ji wir diçe bajarê xwe Amûdê û çend rojan li cem xizmên xwe dimîne.
Pişt re, ji bo derxistina nasname û belgeyên fermî berê xwe dide bajarokê Sermedayê yê li parêzgeha Îdlibê.
Mezlûm Mihemed diyar kir ku birayê wî ji ber erzanbûna kirêya xaniyan çûbû devera Barîşa û Sermedayê, li wir xaniyek bi kirê girtibû û biryar dabû ku bi kirîn û firotina pez re mijûl bibe.
13 roj in ti şopek jê nîne
Mezlûm Mihemed da zanîn ku pêwendiya wî ya bi birayê wî re heta 28ê meha borî demjimêr 15:00an berdewam bû lê ji wê demê ve telefona wî girtî ye û ti deng û behsek jê nîne.
Li gorî hinek agahiyên nepiştrastkirî yên ku hevalên wî yên li deverê dane malbatê, Hogir hinek pez kirîbû û pîkapek girtibû da ku wan pezan bibe Hisîçayê û bifroşe lê piştî wê demê winda bûye.
Mezlûm her wiha da zanîn ku di nava çend rojên dawî de hinek pêwendiyên telefonî yên gumanbar jê re hatine û jê re gotine dibe ku birayê wî li Hemayê yan jî li Xan Şêxûnê be lê heta niha ti aliyekî fermî yan nexweşxaneyekê hebûna wî li wan deran piştrast nekiriye.
Malbat alîkariyê dixwaze
Malbata Hogir Mihemed dilgiraniya xwe ya kûr a li ser rewşa wî tîne zimên.
Bi taybetî ji ber ku nexweşiya çavan pê re heye û ti nasnameyeke fermî jî pê re nîne, malbat dixwaze her kesê ku agahiyek derbarê wî hebe wan agahdar bike.


