کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Bombebaraneke artêşa Îranê ya li Rojhilatê Kurdistanê / Wêne: Tasnîm - Arşîv

Bombebaraneke artêşa Îranê ya li Rojhilatê Kurdistanê / Wêne: Tasnîm - Arşîv

Kurdistan

Îran bi dron û topan çiyayên Merîwanê bombebaran dike

RÛDAW

RÛDAW

11-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW11-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Hewlêrê kesekî birayê xwe bi 15 guleyan kuşt
Kurdistan11-11-2026

Li Hewlêrê kesekî birayê xwe bi 15 guleyan kuşt

AMED - Gundiyan li dijî biryara hilweşandina xaniyên xwe rê girt
Kurdistan11-11-2026

AMED - Gundiyan li dijî biryara hilweşandina xaniyên xwe rê girt

Hozan Brader: Alaya Rengîn wesiyeta kurê min bû
Kurdistan11-11-2026

Hozan Brader: Alaya Rengîn wesiyeta kurê min bû

Hewlêr (Rûdaw) - Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê (KHRN) ragihand ku Artêşa Pasdaran a Îranê îro bi top û dronan êrişî çiyayên daristanî yên nêzîkî çend gundên navçeya Merîwanê ya parêzgeha Sineyê kir.

Li gorî çavkaiyên herêmî yên ku ji KHRNyê re veguhestine, piştî ku hêzên Artêşa Pasdaran li derdora gundên Gagil, Hane Şêxan û Qamîşele bi cih bûn, topbaran bi dema herêmî derdora saet 07:30ê sibehê dest pê kir.

Topbarana nêzîkî saetekê dewam kir û derdora saet 08:30î bi dawî bû.

Dronên kamîkaze li herêmê ketin

KHRNyê ji zarê çavkaniyekê ragihand, "Gelek dronên kamîkaze li van bilindahiyan li gelek cihan ketin û teqiyan."

Her wiha hat diyarkirin ku dron ji baregehên leşkerî yên Artêşa Pasdaran ên li bajarên din hatine avêtin.

KHRNyê her wiha diyar kir, "Heta dema amadekirina vê nûçeyê jî hêzên Artêşa Pasdaran li herêmê ne û rewşeke giran a leşkerî û ewlehiyê li herêmê heye."

Ev êriş di demekê de tên ku Îran li ser du eniyan bi pevçûnan re rû bi rû ye: Li Rojhilatê Kurdistanê bi komên Kurd re û li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê ya li başûrê rojhilatê welêt bi komên çekdar ên Belûç re.

Pevçûnên dawî yên li Rojhilatê Kurdistanê piştî aloziyên herêmî yên mehan tên ku ji dawiya meha Sibatê û vir ve bi şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê dest pê kiribû.

Torê da zanîn, her çend li wan çiyayan kes bi awayekî mayînde najî jî xelkê wê herêmê, wê derê ji bo mêşvaniyê û çêrandina ajelan bi kar tîne.

Li gorî agahiyan, di êrişan de ti kes nemir û birîndar nebû.

Li gorî KHRNyê, armanca operasyonan endamên komên Kurd in ku rayedarên Îranê wan tohmetbar dikin ku li wan çiyayan bi cih bûne.

'Zerer digihe daristan û jîngehê'

Torê eşkere kir ku operasyonên bi vî rengî li deverên cuda yên çiyayî hatine kirin.

Beriya operasyonê hişyarî ji şêniyan re hatiye dayîn û çûna wan herêman du hefteyan hatiye qedexekirin.

Di çend hefteyên borî de operasyonên bi vî rengî û qedexeya çûnûhatinê li derdora Çiyayê Şaho, Kamyaran û Serwabadê jî pêk hatine.

Endamê Desteya Birêvebir a KHRNyê Rêbîn Rehmanî li ser mijarê ji Rûdawê re got:

"Ev operasyon daristan û jîngehê wêran dikin. Li gorî qanûna jîngehê ya Îranê, Şaho û Kosalan herêmên parastî ne lê ew rêyan lê çêdikin û di heman demê de wan deveran bombebaran dikin."

Li gorî KHRNyê, çiyayên Şaho û Kosalanê sala 2009an wekî herêma parastî hatibûn ragihandin.

Çalakvanên jîngehê radigihînin ku ji ber çalakiyên leşkerî yên wekî çêkirina baregeh û rêyan, zerereke mezin gihîştiye daristan û mêrgan.

Aloziyên di navbera Artêşa Pasdaran û YRKyê de

Meha borî jî hêzên Îranê bi top û dronan Çiyayê Şaho bombebaran kiribû.

Hêzên Artêşa Pasdaran 16ê Çiriya Pêşîn kel û pelên giran li nêzîkî gundê Delehmerzê yê navçeya Serwabadê bi cih kirin û li devera Deşta Qelbê xistin.

Rayedaran her wiha çûna hinek beşên çiyê li xelkê qedexe kir.

Ev operasyonên hêzên Îranê li dijî Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) ne ku baskê leşkerî yî Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ye.

YRKyê çiriya pêşîn hişyarî dabû ku ew dê bersiva bidin êrişên nû yên Artêşa Pasdaran.

Nûçeyên Têkildar

Li Hewlêrê kesekî birayê xwe bi 15 guleyan kuşt
Kurdistan11-11-2026

Li Hewlêrê kesekî birayê xwe bi 15 guleyan kuşt

AMED - Gundiyan li dijî biryara hilweşandina xaniyên xwe rê girt
Kurdistan11-11-2026

AMED - Gundiyan li dijî biryara hilweşandina xaniyên xwe rê girt

Hozan Brader: Alaya Rengîn wesiyeta kurê min bû
Kurdistan11-11-2026

Hozan Brader: Alaya Rengîn wesiyeta kurê min bû

Pirsên