کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Kurdistan

Li Hewlêrê kesekî birayê xwe bi 15 guleyan kuşt

RÛDAW

RÛDAW

11-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW11-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Îran bi dron û topan çiyayên Merîwanê bombebaran dike
Kurdistan11-11-2026

Îran bi dron û topan çiyayên Merîwanê bombebaran dike

AMED - Gundiyan li dijî biryara hilweşandina xaniyên xwe rê girt
Kurdistan11-11-2026

AMED - Gundiyan li dijî biryara hilweşandina xaniyên xwe rê girt

Hozan Brader: Alaya Rengîn wesiyeta kurê min bû
Kurdistan11-11-2026

Hozan Brader: Alaya Rengîn wesiyeta kurê min bû

Hewlêr (Rûdaw) - Şeva borî li Taxa Bihara Nû ya Hewlêrê ji ber pirsgirêkeke civakî birayekî birayê xwe yê biçûk bi 15 guleyan kuşt.

Li gorî zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê û gotina xizmên wan, navê birayê ku hatiye kuştin P.M. ye û ew 35 salî bû.

P.M. karmendê Birêvebiriya Şaredariya Hewlêrê bûye û kujer jî birayê wî yê mezin ê 37 salî ye.

Ji ber nîqaşa bi zarokekî re

Xizmên wan li ser sedema derketina şer ji Rûdawê re axivîn.

Li gorî axaftina xizman, êvara sêşemê birayê biçûk ji ber pirsgirêkekê li biraziyê xwe (kurê kujer) hêrs bûye.

Pişt re zarok çûye û rûdan ji bavê xwe re gotiye.

Bavê wî jî bi çekê çûye ser mala birayê xwe û di navbera wan de nîqaş derketiye.

Di encama nîqaşê de birayê mezin dest bi gulebaranê kiriye, 15 gule berdane birayê xwe û ew kuştiye û reviya.

Lê belê hêzên Asayîşa Hewlêrê operasyonek kir û kujer hat desteserkirin.

Berê jî gule berî hev dane

Li gorî şopandina Rûdawê, berê jî di navbera wan her du birayan de pirsgirêkên civakî derketibûn.

Li gorî agahiyan wan di dema borî de jî çend caran gule berî hev dane.

Pirsên