Qamişlo (Rûdaw) - Karwanê herî mezin ê koçberên Efrînî ji Qamişloyê ber bi Efrînê ve bi rê ket.
Ev şeşemîn karwanê Efrîniyan e ku ber bi herêmên xwe ve vedigerin.
Karwanê vê carê ji hezar û 500 malbatî pêk tê. Ev karwanê herî mezin ê Efrîniyan e ku heta niha vegeriyaye.
Ev pêvajo beşeke sereke ya peymana di navbera HSDyê û hikûmeta Şamê de ye.
Kêfxweşî û xemgînî bi hev re ne
Her çendî vegera li ser xaka xwe kêfxweşiyeke mezin be jî, ji bo hinek malbatan ev kêfxweşî nîvcomayî ye.
Dayîkek bêyî 2 zarokên xwe vedigere. Yek ji zarokên wê şehîd ketiye û yê din jî nizane sax e yan mirî ye.
Ji ber wêranbûna malên wan, hinek malbat neçar man ku konên xwe yên koçberiyê bi xwe re bibin.
Ew dê wan konan di hewşên xaniyên xwe de deynin û heta ku karibin xaniyên xwe ji nû ve ava bikin dê tê de bijîn.
Koçbera Efrînî Ferîda Kodoyê daxwaza xwe ya vegerê anî zimên û behsa rewşa mala xwe kir:
“Em dixwazin herin ser mal û milkên xwe, ser axa xwe û nav malbata xwe.
Ji mala me ya 8 odeyî tenê odeyek maye. Ew jî biçûk e û banê wê vebûye çimkî balafira çavdêriyê lê xistiye.”
Çarenivîsa malên ku hatine dagirkirin
Derbarê xaniyên Kurdan ên ku ji aliyê Erebên hawirde ve hatine dagirkirin de jî kar û bar berdewam dikin.
Endamê şandeya Serokkomariya Sûriyeyê yê ji bo bicihanîna peymana HSDyê û Şamê Dr. Mistefa Ebdê li ser mijarê daxuyanî da.
Dr. Mistefa Ebdê diyar kir ku ew li benda bidawîhatina sala xwendinê ne da ku zarokên Erebên hawirde yên ku di malên Kurdan de ne ji xwendina îsal bêpar nemînin.
Dr. Mistefa Ebdê wiha anî zimên, “Heta ku dibistan bi dawî bibin, tîmeke Serok Ehmed Şer dê malan bijmêre û wan derxe.
Pişt re dê xelkê Efrînê vegerînin malên wan. Hîn mehek maye heta ku ezmûnên xwe xelas bikin, wê demê dê derkevin û Efrînî vegerin cihê xwe.
Tîmeke ji Wezareta Perwerdeyê jî niha rêbaza xwendina Erebî ya hikûmetê ji bo zarokên Efrînê werdigerîne Kurdî.”
10 hezar malbatên Kurd sala 2018an di êrişa Tirkiyeyê ya li ser Efrînê de koçber bibûn.
Piştî 8 salên derbiderî û perîşaniyê, niha nîvê vê hejmarê vegeriyaye ser xaka xwe.