Amed (Rûdaw) – Îsal ji gelek welatan û ji parçeyên din ên Kurdistanê gelek geştyar çûne bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê.
Bajarê Amedê bi dîroka xwe ya bi hezaran salan ku ji 33 şaristaniyan re mazûvanî kiriye di Cejna Qurbanê de jî rastî eleqeyeke mezin a geştyaran hat.
Di vê cejnê de ji Koreya Başûr bigire heta Almanyayê, ji Stenbola Tirkiyeyê heta Bursayê, ji gelek bajarên cuda geştyar kom bi kom û ref bi ref berê xwe didin Amedê.
Geştyara Koreyî Sun Kîmê li ser geşta xwe got:
“Em hemû ji Koreyê ne. Em 28 kes hatine.
Zarok û mezin em hatine gerê. Em dê 3 rojan li vir bimînin.”
Geştyarekî din ê ku ji Bursayê hatiye diyar kir:
“Ez ji Bursayê hatim. Amed cihekî bêhempa ye. Bajarekî pir pir xweş e. Xelkê wê jî gelekî baş e.”
Neval Karabiyika ku ji Bursayê hatiye anî ziman:
“Em ji Bursayê tên. Cara yekem e têm Amedê. Min gelekî jê hez kir, nexasim jî ji kezeba we.”
Sudeya ku ji Stenbolê hatiye jî eşkere kir:
“Navê min Sude ye. Ez ji Stenbolê têm. Bi tûrê hatim, Amed bajarekî gelekî xweş e. Bajarekî gelekî dîrokî ye. Min pir jê hez kir.”
Zêdetirî 400 hezar geştyarî li Amedê ne
Li gorî amarên Birêvebiriya Geştyariyê ya Amedê di nava 5 mehên dawiyê de 427 hezar geştyar çûne Amedê.
Ji van 395 hezar geştyarên navxwe û 32 hezar geştyar jî biyanî bûn.
Di van salên dawiyê de ji Başûrê Kurdistanê jî gelek kes berê xwe didin Amedê.
Dihok, Zaxo, Silêmanî, Hewlêr, Helebce û Kerkûk, ji her deverê Kurd berê xwe didin Amedê.
“Amed bi rastî jî xweş e”
Geştyarê Hewlêrî Rênas Mihemed li ser serdana xwe got:
“Ez ji Hewlêrê hatime. Cara yekem e têm serdana Amedê.
Amed bi rastî jî xweş e. Cihên wê yên kevnar û çandî gelekî xweş in.
Niha jî hatime Hesen Paşayê. Bi rastî gelekî xweş e. Min bawer nedikir ku ev qasî xweş be.”
Nêçîr Mihemedê ku ji Silêmaniyê hatiye bangî xelkê kir û got:
“Ez xelkê Silêmaniyê me. Bangî xelkê Silêmaniyê dikim, bila di cejnan de werin serdana Amedê.
Cihekî gelekî xweş e, bajarekî gelekî xweş e. Xelkê wê jî gelekî baş e.”
Geştyar Dilsoz Mawetiyê jî destnîşan kir:
“Ev der jî Kurdistan e, qet ferqa wê nîne.
Wate ez li mala xwe me. Kengî bixwazim têm.”
Ehmedê ku ji Stenbolê çûye Amedê diyar kir:
“Amed xweş e. Ez niha li Hesen Paşayê me, ez dê biçim Minareya Çarling jî.”
Rêzan Yildirimê ku ji Stenbolê hatiye got:
“Bajarê Amedê di çavên me de gula Kurdistanê ye.”
Nûpeldaya ku ji Stenbolê hatiye jî li pey çû:
“Ev der pir xweş e, bila her kes were vê derê.”
Otêlên Amedê tijî bûne
Li gorî Yekîtiya Otêlvanan, ji destpêka sala 2026an ve otêlên wan ji sedî 80 û car caran jî ji sedî 100 tijî bûne.
Li gorî amaran, sala 2025an milyonek û 600 hezar geştyar çûne serdana Amedê.
Armanca îsal ew e ku 2 milyon geştyar werin serdana bajêr.

.jpg&w=3840&q=75)
