Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo salvegera damezirandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) peyameke pîrozbahiyê ji Bafil Talebanî, serkirdayetî û alîgirên wê partiyê re şand.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de bal kişand ser girîngiya tebayî û karkirina bi hev re ya di navbera hemû aliyên siyasî de.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de ragihand:
"Di salvegera damezirandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê de, ez bi germî pîrozbahiyê li we, serkirdayetî, endam û hemû alîgirên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê dikim û ji we re serkeftinê dixwazim."
Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir ku ew di vê salvegerê de “pêgeha dîrokî û xebat û têkoşîna xwedêjêrazî Serok Mam Celal bilind dinirxînin û wî bi rêzdarî bi bîr tînin.”
"Pêwîstiya me bi tebayî û karkirina bi hev re heye"
Serokê Herêma Kurdistanê qala dîroka wê partiyê kir û destnîşan kir:
"Dîrokeke dûr û dirêj a xebata YNKyê ya di ber mafên gelê Kurdistanê de heye û di vê rêyê de bi hezaran şehîd dane.
YNK her tim di pêvajoya siyasî ya Herêma Kurdistan û Îraqê de xwedî pêgeheke girîng û bi bandor e."
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de bal kişand ser rewşa niha ya Herêma Kurdistanê û got:
“Ji her demê zêdetir pêwîstiya hemû hêz û aliyên siyasî bi berpirsyariya hevbeş, tebayî û karkirina bi hev re heye da ku em bi hev re karibin pêgeha destûrî ya Herêma Kurdistanê û mafên gelê Kurdistanê biparêzin."
Banga xurtkirina yekrêziya niştimanî
Serokê Herêma Kurdistanê hêvî kir ku ev salveger bibe derfeteke nû ji bo xurtkirina yekrêziya niştimanî û serdestkirina zimanê diyalog û lihevtêgihiştinê.
Wî anî zimên ku ev yek ji bo çareserkirina pirsgirêkan, aramî, bipêşketin û paşerojeke baştir û hêja ji bo gelê Kurdistanê pêwîst e.
