Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê HDPê yê Stenbolê Ferhat Encû ragihand ku egereke mezin e ku partiya wan bi navê Partiya Çep a Kesk beşdarî hilbijartinên 14ê Gulana îsal bibin.
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê parêzgeha Stenbolê Ferhat Encû ji Rûdawê re diyar kir ji ber ku egera girtina HDPê heye di nava meclisa partiyê de nîqaş tên kirin ku partiyan bi navê Partiya Çep a Kesk bikeve hilbijartinan.
Ferhat Encû eşkere kir ku li ser vê mijara Desteya Reveberiya Navendî dê sibe kom bibe û biryara dawî bide û got: “Em nikarin bibêjin dê teqez bi navê Partiya Çep a Kesk bikeve hilbijartinan, lê egereke mezin e dê wisa be. Ev demeke dirêj e nîqaşên me li ser vê meseleyê hene. Dema behsa girtina HDPê hat kirin me ji bo ku Partiya Çep a Kesk bikare beşdarî hilbijartinan bibe, li bajarên Tirkiyê û Kurdistanê dest bi karên rêxistbûnê kir.”
Encû da zanîn ku ji bo gelê Kurd bê alternatîv nemîne Partiya Çep a Kesk hatiye damezrandin û got: “Partiya Çep a Kesk di çarçoveya planekê de hatiye rêxistinkirin ew jî ew e ku eger HDPê wer girtin da ku gelê Kurd bê alternatîv nemîne.”
Hevserokê HDPê yê Stenbolê Ferhat Encû herwiha eşker kir ku piştî Desteya Reveberiya Navendî ya HDPê dê biryar bi daxuyaniyeke were eşkerekirin.
Doza girtina HDPê
Pêvajoya doza girtina HDPê ku ji aliyê Serdozgeriya Dadgeha Bilind ve li Dadgeha Destûra Bingehîn hatibû vekirin û 21ê Hezîrana 2021ê îdianameya wê hatibû qebûlkirin, berdewam e.
HDP sêyemîn fraksyona herî mezin e li Parlamentoya Tirkiyê û di hilbijartina dawî de ku sala 2018an hat kirin, ji sedî 11.7ê dengan bidest xistin û ji 600 kursiyên parlamentoyê 67 kursî bidest xistin. Di vê gera parlamentoyê de mafê parlamenteriyê ji sê parlamenterên HDPê hatiye standin û hinek parlamenter jî ji fraksyonê derketine. Li Parlamentoya Tirkiyê niha 57 kursiyên HDPê hene. Lê niha bi îdiaya “peywendiyên wê ligel PKKê hene” derbarê wê de doza girtinê hatiye vekirin.



