Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş li ser pêvajoya nû axivî û got, "Dema ku were fêmkirin rêxistinê bi temamî xwe tesfiye kiriye û çek danîne dê Parlamento sererastkirinên qanûnî bike."
Numan Kurtulmuş Li Stenbol di bernameya girtin û sertîfîkayê ya "Dibistana Siyasetê" de axivî.
Kurtulmuş pêvajoya çareseriyê jî nirxand û got:
“Em neçar in meseleya terorê ya ku me nêzîkî 50 salên sedsala ewil a komara xwe ji ber heba kiriye, bi temamî bi dawî bikin.
Divê em vê meseleyê çareser bikin û di wateya tam de li vî welatî aştî û biratiyê ava bikin.”
Kurtulmuş da zanîn ku ew Tirkiyeyeke wisa dikin armanc ku ti kes ji ber koka xwe ya etnîkî rastî cudakariyê neyê û wiha berdewam kir:
"Înşelah em dê li ser rêya xwe berdewam bikin da ku em serdemekê ava bikin ku ti kes nikaribe li ser cudahiyên etnîkî zarokên vî welatî bixapîne û çekan bide destê wan.
Di vê çarçoveyê de, xebatên Komîsyona me ya Piştgiriya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya ku me li Parlamentoyê ava kiriye, ez ji bo demokrasiya Tirkiyeyê wekî tiştekî gelekî girîng dibînim.
Di hemû temasên min ên navneteweyî de jî ez dibînim ku hevkarên me yên li hemberî me ji ber xebatên vê Komîsyonê bi teqdîr li Tirkiyeyê dinêrin.
Di demeke gelekî kurt de amadekirina raporeke bi tifaqî ji aliyê hemû parlamenter û hemû partiyên ku beşdarî xebatên wê komîteyê bûne ve, ji bo demokrasiya Tirkiyeyê tiştekî ewil e. Di jiyana me ya siyasî ya pirpartiyî de ev cara ewil e.
Di wê raporê de nexşerêyek hatiye diyarkirin. Înşelah dê di pêvajoya pêşiya me de pêdiviya wê nexşerêyê were temamkirin.
Dema ku were fêmkirin rêxistinê bi temamî xwe tesfiye kiriye û çek danîne, ji bo yekbûna civakî ez hêvî dikim ku dê Parlamentoya Tirkiyeyê di demeke herî kurt de berpirsyariya xwe bi cih bîne û sererastkirinên qanûnî werin kirin.
Ez ji dil bawer im ku ji bo pêkanîna armanca 'Tirkiyeyeke Bêteror' dê ev gav di demeke kurt de were avêtin."
"Pêwîstî bi destûreke nû heye"
Kurtulmuş diyar kir ku xebatên destûra nû û sivîl yek ji armancên wan ên sereke ye û got ku divê Tirkiye ji wan destûrên ku piştî darbeyan hatine amadekirin xilas bibe.
Kurtulmuş wiha pê de çû, "Divê Tirkiye bi destûreke nû, hevdem, demokratîk û beşdar a ku bi îradeya gel hatiye amadekirin, li ser rêya xwe berdewam bike.
Piştî vê jî ez hêvî dikim ku Parlamentoya Tirkiyeyî dê di demeke herî kurt de xebatên destûra nû bide destpêkirin.
Bi vî awayî em dê meseleya destûrên ku piştî darbeyên ji sala 1876an ve çêbûne li pey xwe bihêlin."
Numan Kurtulmuş bal kişand ser destûrên ku di dirêjahiya dîroka komarê de piştî darbeyan hatine amadekirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir:
“Ez bawer dikim ku hêza me heye em destûreke azad, hevdem, beşdar û bi rastî jî demokratîk çêbikin.
Destûreke ku ev hemû darbe li pey xwe hiştibin û destûrên ku berhema ramanên darbekar in ji holê rakin.”



