Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê ragihand ku piştî lêdana zengilên hişyariyê ya li bajarê Eilatê yê li başûrê welêt, droneke ku ji Yemenê hatibû avêtin hatiye têkbirin.
Li gorî daxuyaniya artêşê, hêzên asmanî ew dron xistiye ku ji Yemenê hatiye avêtin û ketiye qada asmanî ya Eilatê.
Radyoya Artêşa Îsraîlê jî eşkere kir ku ev drona yekem e ku di nav nêzîkî du mehan de ji Yemenê hatiye avêtin.
Her wiha hat diyarkirin ku ev yek, piştî êrişa bi mûşekan a doh, di nav 24 demjimêran de êrişa duyem e.
Hûsiyan heta vêga li ser vê dronê ti daxuyanî nedaye.
Êrişa doh
Artêşa Îsraîlê doh ragihandibû ku ji Yemenê mûşekeke balîstîk ber bi Îsraîlê ve hatiye avêtin.
Ji ber vê yekê li gelek deverên welêt zengilên hişyariyê lê dabû û mûşek ji aliyê pergalên parastina asmanî ve hatibû têkbirin.
Berdevkê Leşkerî yê Hûsiyan Yehya Serî jî di daxuyaniya xwe de anîbû ziman ku wan "armancên hestyar" ên li Yafayê bi mûşekan kirine hedef.
Serî her wiha gotibû ku wan tevgerên Îsraîlê yên li Deryaya Sor qedexe kirine.



