Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Urdinê eşkere kir ku wan bi pergalên parastina asmanî 5 mûşek xistine xwarê ku ji Îranê ber bi bajarê Zerqayê ve hatine avêtin.
Hêzên Çekdar ên Urdinê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Li gorî daxuyaniyê, 5 mûşek hatine destnîşankirin ku ji Îranê ku ber bi herêma El-Ezreqê ya parêzgeha Zerqayê ve hatine avêtin.
Hat gotin ku ew mûşek bi pergalên parastina asmanî hatine têkbirin.
Her wiha hat ragihandin ku ketina parçeyên mûşekan nebûye sedema ti zererên canî yan jî madî.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Hêzên Çekdar ên Urdinê ji bo parastina asmanê welêt amade ne.
Êrişên li hemberî hev
Artêşa Amerîkayê berê ragihandibû ku wan ji bo bersivdayîna xistina helîkoptereke Apache êrişî Îranê kiriye.
Supaya Pasdaran a Îranê eşkere kir ku wan jî ji bo bersivdayîna van êrişan îro berê sibehê li herêmê êrişî 21 armancên leşkerî yên Amerîkayê kiriye.


