Krîza nav CHPyê: 28 endamên Meclîsa Partiyê yên alîgirên Ozgur Ozel îstîfa kir
Hewlêr (Rûdaw) - Beriya civîna Meclîsa Partiyê (MP) ya CHPyê ku tê plankirin îro demjimêr 13:00an bi serokatiya Kemal Kiliçdaroglu dest pê bike, endamên alîgirên Ozgur Ozel ji erkê xwe îstifa kir.
Alîgirên Ozgur Ozel dibêjin ku ji ber hejmara endamên meclîsê ketiye bin 40 kesî, divê partî banga kongreyê bike.
Li nav CHPyê, piştî ku bi biryara Lijneya Birêvebiriya Navendî (MYK) daxwaza derxistina 9 parlamenteran hat kirin û ew şandin Lijneya Dîsîplînê, nîqaşên navxweyî dijwartir bûn.
Beriya civîna Meclîsa Partiyê ya îro, alîgirên Serokê Koma CHPyê Ozgur Ozel gaveke nû avêt.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, 28 endamên Meclîsa Partiyê ya ku ji 57 kesan pêk tê, dest ji kar berdan.
Biryar demjimêr 11:00an ji aliyê berdevkê tîma Ozel, Parlamenterê Stenbolê Zeynel Emre ve ji raya giştî re hat ragihandin.
Li gorî agahiyên hatine belavkirin, ev gav li ser bingeha Madeya 24emîn a Rêziknameya CHPyê hatiye avêtin.
Li gorî rêziknameyê, eger hejmara endamên Meclîsa Partiyê dakeve bin 40 kesî (ji sêyan duyan kêmtir bibe), divê partî di nav 45 rojan de biçe kongreya awarte.
Rêziknameya CHPyê çi dibêje?
Di Madeya 24emîn a Rêziknameya CHPyê de wiha tê gotin:
"Cihên vala yên di Meclîsa Partiyê de, bi rêzê bi endamên yedek tên dagirtin.
Piştî ku bang li hemû endamên yedek hat kirin, eger hejmara endaman ji sêyan du parên (2/3) hejmara giştî kêmtir bibe, Serokê Giştî neçar e ku ji bo hilbijartina Meclîsa Partiyê ya nû, di nav 45 rojan de banga kongreyê bike."



