Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Muratpaşayê ya parêzgeha Antalyayê ya Tirkiyeyê, kesekî hevjîna xwe ya mamoste û xezûrê xwe bi tifingê kuştin.
Li taxa Memurevleriyê ya navçeya Muratpaşayê ya Antalyayê di navbera mamoste O.B. û hevjîna wî ya mamoste Aslihan O.B.yê de ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket.
Nîqaş di demeke kurt de veguherî pevçûnê û O.B. bi tifingê gule li hevjîna xwe û xezûrê xwe Cafer O. reşandin.
Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê tesbît kir ku Aslihan O.B. û bavê wê mirine.
Hêzên ewlehiyê gumanbar li cihê bûyerê desteser kir.
Cenazeyên wan piştî lêkolînan ji bo otopsiyê şandin morga Saziya Tiba Dadî ya Antalyayê.
Dema bûyerê 3 zarokên wan li malê bûn û xizmên wan ew ji malê birin.
Şahida bûyerê Ayşe Ateşê ji rojnamegeran re ragihand ku wê bi salan li zarokên wan nihêriye û got:
"Keça min got 'Înşallah ne O. be.'
Berê keça min nehîşt ez herim lê dema em çûn malê wî hevjîn û xezûrê xwe kuştibûn.
Di navbera wan de hinek pirsgirêk hebûn."


.jpg&w=3840&q=75)
