Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê Cemîl Tugay ji Partiya Gel a Komarî (CHP) îstifa kir, di nav partiyê de îstifayên nû rû dan.
Li gorî zanyariyan, piştî biryara Tugay, Cîgirê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê Zafer Levent Yildir û endamên meclisa şaredariyê Mustafa Ozuslu û Atîlla Baysak jî ji CHPyê îstifa kir.
Rêza îstifayan di nav CHPyê de bi navekî din berdewam kir û Seroka Şaxa Ciwanan a CHPyê ya Îzmîrê Ruhsar Selîs Çelîkê jî ragihand ku wê biryara îstifayê daye.
Çelîkê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek belav kir û îstifaya Cemîl Tugay wekî “banga xwedîderketina li demokrasiyê, îradeya rêxistinê û rewayiya sindoqê” pênase kir.
Çelîkê diyar kir ku wê bi salan di nav partiyê de di gelek karan de cih girtiye û destnîşan kir ku ew bi “xemgîniyeke mezin” ji CHPyê vediqete lê ev nayê wateya devjêberdanê.
Çelîkê di daxuyaniya xwe de wiha got:
“Ev biryar ne devjêberdan e, berovajî vê yekê biryardariya parastina keda rêxistinê, îradeya endaman û siyaseta demokratîk e.
Çimkî em ne ji bo meqaman, ji bo prensîbên xwe têkoşiyan.”
Çelîkê anî ziman ku îradeya endamên partiyê û rêxistinê tune hatiye hesibandin û ew li beramberî vê yekê bêdeng nemane.
Çelîkê bal kişand ser nasnameya siyasî ya Îzmîrê û li pey çû:
“Îzmîr bajarê kesên teslîm nabin e.
Ev bajar mîrateya wan kesan diparêze ku agirê serxwebûnê yê ewil pê xistine.”
Tê nirxandin ku piştî Cemîl Tugay, dibe ku pêla îstifayan a li Îzmîrê berfirehtir bibe.



