Enqere (Rûdaw) - Wekîlê Serokê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî piştî serdana ji bo Partiya NÛ (Yenî Partî) ji Rûdawê re axivî û da zanîn ku ji bo çareseriya demokratîk a doza Kurdan danîna çekan bi tena serê xwe têrê nake.
Temellî destnîşan kir ku divê astengên li pêşiya beşdariya siyasî werin rakirin û gavên berfireh ên demokratîkbûnê bên avêtin.
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari çûn navenda giştî ya partiyê û wan bi Serokê Giştî yê Partiya NÛ Ozgur Ozel re hevdîtinek kir.
Wekîlê Serokê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî di vê hevdîtinê de amade bû.
Temellî piştî hevdîtinê ji Rûdawê re axivî û eşkere kir ku dê hevdîtinên wan ên bi partiyên siyasî re berdewam bikin.
Wî anî zimên ku Tirkiye di pêvajoyeke girîng re derbas dibe û ji bo pêşveçûna pêvajoyê divê partiyên siyasî însiyatîvê bigirin ser milê xwe.
"Zemîna çareseriya demokratîk a Pirsgirêka Kurdan çêbûye"
Temellî diyar kir ku serdana Partiya NÛ serdaneke ji rêzê bû û bi bîr xist ku wan berê bi DÎSK, TMMOB, TTB û KESKê re jî hevdîtin kirine.
Wî destnîşan kir ku ew dê bi partiyên din ên siyasî re jî hevdîtinan bikin.
Sezaî Temellî destnîşan kir ku piştî yasaya 10ê Tebaxê ya li Tirkiyeyê gelek gavên ku divê bên avêtin hene û got ku di yasayê de kêmasiyên girîng hene û divê pirsgirêkên ku ji ber derketine pêkanînê jî werin çareserkirin û wiha peyivî:
"Êdî ne pêkan e ku em bi têgihiştin, kodên siyasî û nêzîkatiyên berê rêya xwe bidomînin. Zemîna çareseriya demokratîk a Pirsgirêka Kurdan çêbûye.
Piştgirîdayîna vê zemînî, zindîhiştina wê û veguherandina wî ya ji bo binesaziyeke cidî ya bi rêya siyasetê, ji bo derbaskirina pirsgirêkên borî gelekî girîng e."
"Danîna çekan encam e”
Temellî nêzîkatiya hikûmetê ya li ser vê pêvajoyê jî rexne kir û got ku divê mesele tenê di çarçoveya danîna çekan de neyê dîtin:
"Danîna çekan encam e. Çawa ku têkoşîna çekdarî ne sedem lê encama vê pirsgirêkê bû, danîna çekan jî encam e.
Pêdiviya me bi hişmendiyeke wisa heye ku karibe sedemên sereke çareser bike û bi astengên li pêşiya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurdan re rûbirû bibe."
"Divê komîsyona parlamentoyê bihêz û berfireh be"
Temellî da zanîn ku ji bo bipêşveçûna pêvajoyê divê komîsyona ku tê plankirin li parlamentoyê were avakirin roleke girîng bilîze.
Wî got divê komîsyon ne tenê avahiyek be ku diyalogê di navbera aliyan de pêk bîne, pêdivî bi mekanîzmayekê heye ku xebata bibandor a parlamentoyê û bicihanîna rêziknameyên yasayî misoger bike.
Temellî li ser komîsyonê jî bi vî rengî axivî:
"Em dibêjin pêdivî bi komîsyoneke xwedî kalîte û bihêz heye ku bibe çavê sêyemîn, bi taybetî jî xebata bibandor a parlamentoyê û pêkanîna rêziknameyên yasayî pêk bîne.
Beşdariya hemû partiyan ji bo me di rêza yekem de ye."
Temellî anî zimên ku Partiya NÛ jî bi rengekî erênî nêzîkî mijara komîsyonê bûye lê wî diyar kir ku ew nikare li ser beşdariya partiyê nirxandineke teqez bike.
Temellî destnîşan kir ku serdanên Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş ên ji bo partiyên siyasî jî ji bo pêşveçûna pêvajoyê girîng in û tê payîn ku Kurtulmuş ji bo avakirina komîsyonê amadehiyê bike.
Li ser HUDA PARê çi got?
Temellî derbarê daxuyaniya Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu ya li ser pêknehatina hevdîtinan,ragihand ku helwesta partiya wan a li ser prensîban berdewam dike û got:
"Siyaset heta îro bi gelek baran hat. Em li baran venagerin û heman tiştan ducare nakin lê di helwesta xwe ya prensîbî de jî bi biryar in.
Heta ku şert û mercên ku bûne sedema vê helwesta me neguherin, nirxandina vê yekê ji bo me gelekî zehmet e."
"Yasa bersivê nade rewşa birêvebirên PKK û KCKyê"
Temellî pirsa li ser rewşa birêvebirên PKK û KCKyê û pêvajoya vegerê jî bersivand û got kêmasiya herî mezin a yasaya derketî ew e ku hemû aliyan li xwe nagire.
Wî destnîşan kir ku di yasayê de li ser paşeroja birêvebirên PKK û KCKyê bersiveke zelal tune û got ku nabe rêzikname tenê bi danîna çekan re sînordar bimîne û wiha pê de çû:
"Mirovên ku ji vê yasayê sûdê werdigirin divê di nav siyaseta demokratîk de bin. Em behsa çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurdan dikin.
Wê demê divê hemû aktor di vê pêvajoya çareseriya demokratîk de hebin. Divê mafê tevlîbûna siyasetê ji wan re were dabînkirin.
Li cihekî ku astengî li ber siyasetê hebin, hûn nikarin behsa siyaseta demokratîk û çareseriya pirsgirêka Kurdan bikin."
"Qeyûm hene û biryarên DMMEyê nayên bicihanîn"
Temellî bal kişand ser gavên demokratîkbûnê yên ku divê bên avêtin û berdewamiya sepandina qeyûman, bicihneanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), perwerdeya bi zimanê dayîkê û mafê sûdwergirtina ji xizmetên giştî yên bi zimanê dayîkê anî rojevê.
Temellî diyar kir ku divê demokrasiya herêmî û birêvebiriya herêmî werin xurtkirin û ji bo avêtina hinek gavan pêdivî bi yasayên nû nîne û got:
"Dema ku mirov wekî mafên siyasî, civakî û aborî bi giştî lê binêre, gelek gav hene ku divê bên avêtin. Gelek kar hene ku divê werin kirin.
Baş e, gelo tiştek tê kirin? Nayê kirin. Ev hemû mesele ketine odeya libendêmayînê."
Temellî da zanîn ku girêdana gavan a bi biryara Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) ve pêvajoyê hêdî dike û got ku avêtina gavên demokratîkbûnê dê rê li ber derbaskirina vê xitimînê veke.
.jpg&w=3840&q=75)

