Hewlêr (Rûdaw) - Serokê berê yê Şaredariya Boluyê Tanhu Ozcan ji dadgehê xwest ku bê berdan û got, “Bila Ocalan berdin ne xema min e, ez dê wekî pisîkekê li malê rûnim.”
Serokê berê yê Şaredariya Boluyê Tanju Ozcan di parastina xwe ya li dadgehê de daxwaza berdana xwe kir.
Tanju Ozcanê ku bi nijadperestiya li dijî Kurdan û koçberan dihat naskirin got, "Bila Ocalan berdin, bila Tirkiyeyê bi koçberan tije bikin, ne xema min e. Ez dê wekî pisîkekê li malê rûnim û tevlî ti tiştî nebim."
Doz li Dadgeha Cezayê Giran a Boluyê rûniştina sêyemîn a doza Tanju Ozcan hat lidarxistin.
Ozcan di çarçoveya lêpirsîna gendeliyê de hatiye girtin û tê darizandin.
Ew ji Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê bi rêya pergala deng û reng (SEGBÎS) beşdarî doza xwe bû.
"Ez dixwazim ji bo kurê xwe jinekê bixwazim"
Tanju Ozcan di dawiya parastina xwe de ji dadgehê xwest ku ew bê berdan.
Gotinên wî yên li ser Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan û koçberan bûn rojev.
Serokê berê yê Şaredariya Boluyê ku bi salan li ser dijminatiya Kurdan û penaberan siyaset dikir, li dadgehê got:
"Ez dixwazim serbest bibim û ez dixwazim ji bo kurê xwe jinekê bixwazim. Bêyî ku destê xwe bidim tiştekî, ez dê li malê wekî pisîkekê rûnim.
Eger dixwazin bila Ocalan berdin, eger dixwazin bila welêt bi koçberan tije bikin, ev yek ne xema min e. Ez dê di mala xwe de wekî pisîkekê rûnim û tevlî ti karî nebim."
Daxwaza bi sedan sal cezayê girtîgehê
Dozgerê komarê di rûniştina dozê de xwest ku ji 69 sal û nîvan heta 217 salan cezayê girtîgehê li Tanju Ozcan were birîn.
Dozger ev ceza bi tohmetên "avakirina rêxistina tawanê", "wergirtina bertîlê", "xapandin", "gendelî" û "xirab bikaranîna erk" xwest.
"Ti pere neçûne berîka min"
Tanju Ozcan îdiayên dozger red kirin û îdia kir ku ti pere neçûne berîka wî û got:
"Li holê ti tawan nînin. Ji bo Weqfa BOLSEVê me ji dewlemendan pere wergirt û da hejaran û me burs dan xwendekaran.
Li Tirkiyeyê dozeke sextekariyê ya ku gilîkerê wê tune be heye? Operasyoneke reşkirinê li dijî min tê kirin û ez bawer im hûn dê biryara beraetê bidin."
Dadgehê piştî parastina parêzeran, rûniştina dozê bi paş xist û rûniştina dozê dê îro dîsa were lidarxistin.
.jpg&w=3840&q=75)


