Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li ser Rojavayê Kurdistanê û entegrasyona HSDyê a nav artêşa Sûriyeyê û got, "Em di wê baweriyê de ne ku bi temambûna pêvajoya entegrasyonê ya li bakur re, dê li Sûriyeyê rûpeleke nû vebe."
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di Civîna Koma Partiya xwe ya li Parlamentoya Tirkiyeyê de axivî.
Erdogan di axaftina xwe de bal kişand ser Rojavayê Kurdistanê û pêvajoya entegrasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a nav artêşa Sûriyeyê û anî zimên:
“Piştî zilm û zordariya 3 sal û nîvan, tevî tehrîkên giran ên Îsraîlê jî em dibînin ku aştî, aramî û ewlehî careke din li Sûriyeyê şîn dibe.
Birayên me yên Sûriyeyî di bin serokatiya bihêz a Serokkomar Birêz Ehmed Şer de, bi yekitî û bihevrejiyanê paşeroja xwe ya hevpar ava dikin."
"Li Sûriyeyê rûpeleke nû vedibe"
Erdogan li ser pêvajoya leşkerî û îdarî ya li herêmê got:
"Em di wê baweriyê de ne ku bi temambûna pêvajoya entegrasyonê ya li bakur re, dê li Sûriyeyê rûpeleke nû vebe.
Em jî wekî Tirkiye di her qonaxê de ku pêwîstî pê hebe li cem Sûriyeyê dimînin.
Ji bo bextewarî û aramiya gelê Sûriyeyê, em hewl didin berpirsyariya dikeve ser milê xwe di vê pêvajoyê de bi cih bînin."
"Dema hesabpirsînê hat"
Erdogan di berdewamiya axaftina xwe de tekez kir ku li Sûriyeyê bipêşketinên girîng diqewimin û wiha pê çû:
"Li gel vê yekê, li Sûriyeyê bi taybetî bipêşketinên gelekî girîng diqewimin ku divê ji bo zalim û kujeran bibin ders.
Ax û nalîna mezlûman li erdê namîne û hêdî hêdî derdikeve holê.
Ew sûcdarên ku ji kuştina zarokan kêfê werdigirin, ber bi kû derê ve birevin jî li wan kozikên ku xwe lê veşartine tên tesbîtkirin û yek bi yek tên derxistin.
Ji bo kesên ku çek di destê wan de ne û li ber parçekirasan gefan li Tirkiyeyê dixwin; ji bo kesên ku li Banyasê xwîna 248 mezlûman û li Reyhanliyê xwîna 53 mirovên me rijandine; ji bo wan kesên ku li ser cenazeyên pitikên Sûriyeyî pozên lehengiyê didin, dema hesabpirsînê hatiye."


