Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Enqereyê yê ÎYÎ Partiyê Ahmet Eşref Fakibaba ragihand ku wî ji partiya xwe û ji parlamenteriyê îstifa kiriye.
Parlamenterê Enqereyê Ahmet Eşref Fakibaba got, "Bi daxwaza Serokê me yê Giştî Birêz Musavat Dervîşoglu ez ji endamtiya ÎYÎ Partiyê û ji ber têgihiştina xwe ya etîka siyasî jî ji erkê xwe yê parlamenteriya Enqereyê îstifa dikim û bi rêzdarî pêşkêşî raya giştî dikim."
Serokê Giştî yê ÎYÎ Partiyê Musavat Dervîşoglu li ser daxuyaniyên Ahmet Eşref Fakibaba yên ji bo rojnameya Sozcuyê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kiribû.
Musavat Dervîşoglu gotibû:
"Cihê kesekî ku nikaribe bibêje Ne mutlu Turkum diyene (Çi bextewar e yê ku bêje ez Tirk im) di nav me de nîne.
Wekî pêwîstiya namûsa siyasî, ez hêvî dikim ku ew helwesta xwe ya dema ji AK Partiyê îstifa kiribû û ji aliyê me ve jî hatibû teqdîrkirin careke din nîşan bide û ez li benda îstifaya wî ya ji partiya me û parlamenteriyê me."
Fakibaba piştî vê banga Dervîşoglu li ser hesabê xwe yê Xê îstifaya xwe ragihand.
"Ez piştgiriya pêvajoyê dikim"
Daxuyaniyên ku bûn sedema krîzê, piştî hevdîtina rojnameger Îsmaîl Saymaz a bi Fakibaba re ketin rojevê.
Fakibaba diyar kiribû ku ew bi hinek polîtîkayên ÎYÎ Partiyê re ne hevfikir e û helwesta xwe ya li ser pêvajoya çareseriyê bi van gotinan anîbû zimên:
"Min di nav partiyê de mixalefeta xwe kir. Ji bo ku ez komê xera nekim min got erê lê di dilê min de ev nebû.
Ji xortaniya xwe ve ez mirovekî lîberal im. Xwînê bi xwînê naşon, bi avê dişon.
Dema ez derbasî ÎYÎ Partiyê bûm min negot Ne mutlu Turkum diyene (Çi bextewar e yê ku bêje ez Tirk im).
Min got 'Ez neteweperwerê Tirkiyeyê me'. Ez bawer dikim ku dê pêvajoya Tirkiyeya Bêteror bi encameke erênî bi dawî bibe.
Eger bi encam nebe dê dewlet tiştê pêwîst bike. Ez piştgiriya pêvajoya aştiyê dikim."
Fakibaba her wiha destnîşan kiribû ku pêwîstiya Tirkiyeyê bi destûreke nû heye û eşkere kiribû ku ew dê piştgiriyê bide guhertina destûrê.
Sala 2022yan ji AK Partiyê veqetiyabû
Ahmet Eşref Fakibaba, bijîşk, pisporê cerahiya giştî û Wezîrê berê yê Xwirek, Çandinî û Ajeldariyê yê Tirkiyeyê ye.
Ew 16ê Kanûna Pêşîn a 1951ê li navçeya Bêrecûkê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye.
Di kariyera xwe ya pîşeyî de bi salan serbijîşkî kiriye, pişt re dest bi siyasetê kiriye û bûye serokê şaredariyê, parlamenter û wezîr.
Fakibaba herî dawî Parlamenterê Enqereyê û Alîkarê Serokê Giştî yê ÎYÎ Partiyê bû û 21ê Çiriya Pêşîn ji partiya xwe û erkê parlamenteriyê îstifa kir.
Ahmet Eşref Fakibaba, di hilbijartinên giştî yên salên 2015 û 2018an de wekî Parlamenterê Rihayê yê AK Partiyê hatibû hilbijartin.
Fakibabayê ku sala 2022yan ji AK Partiyê îstifa kir û tevlî ÎYÎ Partiyê bû, di hilbijartinên giştî yên 2023yan de vê carê wekî Parlamenterê Enqereyê yê ÎYÎ Partiyê ketibû Parlamentoya Tirkiyeyê.
Wî Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Ataturkê ya Erziromê qedand û pisporiya xwe li Nexweşxaneya Alîkariya Destpêkê ya Taksîmê ya Stenbolê di qada Cerahiya Giştî de temam kir.
Piştî ku li nexweşxaneyên newletê yên Îdir û Bêrecûkê xebitî, nêzîkî 15 salan li Nexweşxaneya SSKyê ya Rihayê serbijîşkî kir.
Di hilbijartinên xwecihî yên 2004an de ji AK Partiyê wekî Serokê Şaredariya Rihayê hat hilbijartin.
Di hilbijartinên xwecihî yên 2009an de dema ku ji partiya xwe nehat namzedkirin, wekî serbixwe ket hilbijartinê û bi piştgiriyeke mezin a xelkê careke din bû Serokê Şaredariya Rihayê, pişt re careke din tevlî AK Partiyê bû.
Di hilbijartinên giştî yên 2015 û 2018an de wekî Parlamenterê Rihayê yê AK Partiyê ket parlamentoyê.
Di navbera salên 2017-2018an de di Hikûmeta 65an de wekî Wezîrê Xwirek, Çandinî û Ajeldariyê xebitî.
Sala 2022yan ji AK Partiyê û parlamenteriyê îstifa kir û tevlî ÎYÎ Partiyê bû.
Di hilbijartinên giştî yên 2023yan de wekî Parlamenterê Enqereyê yê ÎYÎ Partiyê hat hilbijartin û di partiyê de erkê Alîkariya Serokê Giştî ya Berpirsê Polîtîkayên Tenduristiyê wergirt.


