Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê ragihand ku "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" bi zanebûn tê sekinandin û wiha pirsî, "Gelo destekî veşartî yê ku em nabînin dirêjî vê pêvajoyê bûye û her tiştî dide sekinandin?"
Ayşegul Doganê li Navenda Giştî ya DEM Partiyê civîneke çapemeniyê li dar xist û bal kişand ser banga Abdullah Ocalan a 22yê Çiriya Pêşîn a 2024an û diyar kir ku li gel avêtina gavan û daxuyaniyên dualî, hîn jî astengiyên mezin li pêşiya siyaseta demokratîk hene.
"Ji 22yê Çiriya Pêşîn a 2024an ve çi guherî?"
Berdevka DEM Partiyê destnîşan kir ku di civînê de geşedanên dawî yên pêvajoyê hatine nirxandin û got:
"Em her roj neçar dimînin behsa hinek rûdanên wiha bikin ku qet li gorî rîtma Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nînin.
Têgihîştina ji aştiyê ew e ku jîngeheke pirtir demokratîk ava bibe û mirov karibin rasterast ji azadiya raman, îfade û rêxistinbûnê sûdê wergirin.
Îro 22yê Çiriya Pêşînê e, werin em ji 22yê Çiriya Pêşîn a 2024an ve mijarê binirxînin. Di wê dîrokê de birêz Bahçelî di Civata Giştî ya Parlamentoyê de axivî û bangî birêz Ocalan kir ku were li Parlamentoyê biaxive.
Piştî wê, parlamenterê me yê Rihayê Omer Ocalan serdana yekem a malbatê pêk anî û peyama birêz Ocalan bêyî guhertin gihand raya giştî."
"Dê şert û mercên Îmraliyê kengî bên guhertin?"
Doganê diyar kir ku di vê pêvajoyê de gav divê bi awayekî dualî bên avêtin û wiha berdewam kir:
"Li aliyekî daxuyaniyên birêvebiriya Tevgerê (PKK) hene. Ew dibêjin ku ji bo bipêşveçûna pêvajoyê erk û berpirsiyariyên xwe pêk anîne, ji gelek qadan vekişiyane û êdî ji bo Tirkiyeyê ti gefeke çekdarî nînin.
Daxwaza wan a bingehîn vekirina deriyên Îmraliyê, guhertina şert û mercên birêz Ocalan, danîna pêwendiya rasterast û dabînkirina azadiya wî ye lê gava em li daxuyaniyên rayedarên hikûmetê dinêrin, dibêjin pêvajo di rêya xwe de dimeşe.
Eger pêvajo di rêya xwe de dimeşe, divê bersiva hinek pirsan were dayîn. Ji banga 22yê Çiriya Pêşîn a 2024an ve guhertina di şert û mercên birêz Ocalan de tenê bi serdanên heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê sînordar maye.
Hevdîtinên malbatê çêdibin lê rûtîneke wan tune. Wekî partiyeke ku her tim li mixataban digere, em dipirsin, ev şert û merc dê kengî bên guhertin?"
"Çima pêvajo li ber 'enfeksiyonê' tê hiştin?"
Ayşegul Doganê bi guman behsa astengiyên li pêşiya pêvajoyê kir û wiha pê de çû:
"Lijneya Aştî û Siyasîbûnê dê kengî dest bi xebatê bike, çima tê sekinandin? Kîjan dest van xebatan dide sekinandin? Gelo destekî ku em nabînin dirêjî vê pêvajoyê bûye? Destekî wiha di dewrê de ye?
Em dipirsin 'çi diqewime?' Ji ber ku em dixwazin pêvajo bi pêş bikeve, bi gavên nû yên pêbawer bimeşe û fikarên raya giştî ji holê rake.
Belavkirina pêvajoyê ya li ser demê, dikare pêvajoyê wekî ku herî zêde tê gotin 'enfekte' bike. Eger hemû alî di vê tesbîtê de yek bin, nexwe li benda çi ne? Çima pêvajo di rewşeke wiha vekirî ya li ber enfeksiyonê de tê hiştin?"
Doganê destnîşan kir ku Tevgerê bersiveke lezgîn da bangan, agirbest ragihand, kongre kom kir, biryara fesixkirinê da, çek şewitandin û bi tevahî ji sînorên Tirkiyeyê vekişiya lê li gel van gavan, hîn jî nezelaliya derbarê yasaya çarçoveyê ya ji bo qada siyaseta demokratîk berdewam dike.
Binpêkirinên li girtîgehan û rewşa Sîncanê
Doganê bal kişand ser rewşa girtîgehan û ragihand ku li gorî daneyên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), di sê mehên dawî de înfaza herî kêm 90 girtiyan hatiye dirêjkirin.
Doganê mînak ji Girtîgeha Jinan a Sîncanê ya Enqereyê da û diyar kir ku li wir ti girtiyên jin ên polîtîk nikarin mafê xwe yê berdana bi şert bi kar bînin û ev yek bûye wekî prensîbeke adetî.
Doganê bang li Wezareta Dadê kir ku êdî ne daxuyaniyan lê gavên berbiçav biavêje. Doganê rewşa Şermîn Demîrdagê ku berdana wê 8 caran hatiye astengkirin û girtiyê nexweş ê 75 salî Mehmet Saît Yildirim û Alî Adiman wekî mînak nîşan dan.
"Zextên li ser çapemeniyê divê bi dawî bibin"
Di dawiya daxuyaniya xwe de Berdevka DEM Partiyê behsa zextên li ser rojnameger û azadiya ramanê kir û lê zêde kir:
"Li aliyekî em dê behsa yasayên azadiyê û gavên daxwaza demokrasiyê bikin lê li aliyê din rojnameger dê nikaribin biaxivin, siyasetmedar dê nikaribin pirsan bikin, nivîskar dê nikaribin binivîsin û çalakvan dê nikaribin daxwaza mafan bikin.
Girtina ekranên televîzyonan û astengkirina torên civakî hîn jî berdewam dike. Divê êdî rojnamegerên girtî bên berdan û qadên nûçegihaniyê azad bin."
.jpg&w=3840&q=75)


