Hewlêr (Rûdaw) - Hakan Fîdan ragihand ku destwerdaneke nû ya leşkerî ya li dijî Îranê dê şer li tevahiya herêmê berfireh bike.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan her wiha xwest ku Tengava Hurmizê demildest were vekirin û êrişên li Erebistana Siûdî bên rawestandin.
Hakan Fîdan li Stenbolê mazûvaniya Civîna Wezîrên Karên Derve yên Koma R4ê (Tirkiye, Misir, Pakistan, Erebistana Siûdî) û E3yê (Brîtanya, Almanya, Fransa) kir û piştî civînê di konferanseke rojnamegeriyê de axivî.
Fîdan bal kişand ser alozî û şerê di navbera Îran û Amerîka-Îsraîlê de û ji bo çareserkirina pirsgirêkan banga diyalogê li welatan kir û got:
"Destwerdana leşkerî ya li dijî Îranê bi ti awayî nabe çareserî.
Niha kes li ser vê maseyê destwerdaneke leşkerî erê nake. Ya girîng ew e ku welatên li dor vê maseyê civiyane -Brîtanya, Fransa, Almanya, Îtalya, Erebistana Siûdî, Pakistan, Misir û Tirkiye- xwedî heman nêrînê ne û heman peyamê didin cîhanê.
Ti dewletên li vir naxwazin agirê şer gurtir bibe.
Her kes dixwaze hem li herêma Kendavê û hem jî li Ukraynayê di demeke herî zû de agirbest pêk bê û şer bisekine."
Hakan Fîdan destnîşan kir ku hemû welat hevfikir in ku êrişeke nû ya li Îranê dê hevsengiyên ewlehiyê yên Rojhilata Navîn bi temamî têk bibe.
"Divê Tengava Hurmizê bê vekirin"
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê bal kişand ser krîza veguhastina enerjiyê û bandora wê ya li ser aboriya cîhanê jî û da zanîn:
"Asêbûna çûn û hatinê ya li Tengava Hurmizê dibe sedema bihabûna kel û pel û enerjiyê li bazara Ewropayê.
Pêwîst e Tengava Hurmizê demildest were vekirin û hemû êrişên leşkerî yên li dijî Erebistana Siûdî bên rawestandin."
Bazarên xwirek û genimê
Hakan Fîdan qala şerê Rûsya û Ukraynayê jî kir û xwest ku li Deryaya Reş azadî û ewlehiya keştîvaniyê were misogerkirin.
Fîdan ragihand ku eger agirbest pêk neyê jî, divê bazara xwirek û enerjiyê ji şer bê cudakirin û anî zimên:
"Daxwaza me hemûyan ew e ku di demeke herî nêzîk de agirbest û aştiyeke mayînde li Ukraynayê çêbibe.
Lê eger şer nesekine, pêwîst e ji bo enerjî û genim ji aliyê her du welatan ve îstisnayek were danîn.
Wekî tê zanîn beriya 2 sal û nîvan Tirkiyeyê ev yek pêk anîbû."
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê di berdewamiya axaftina xwe de got:
"Dema ku du dewlet di asteke dijwar de şerê hev dikin, qet nebe divê rê li ber wê yekê bê girtin ku bazarên cîhanî û welatên din zererê bibînin.
Niha pirsa me ya sereke ew e ku em dê çawa genimê li Rûsya û Ukraynayê bigihînin bazarên cîhanê?
Hinek pêşniyar û nêrîn hene û em li ser vê mijarê bi aliyan re dan û standinan dikin."

.jpg&w=3840&q=75)
.jpg&w=3840&q=75)
