Hewlêr (Rûdaw) - Encamên destpêkê yên hilbijartinên Îsraîlê nîşan didin ku bereya Netanyahu 51 kursî, bereya Eisenkot a mixalefetê 51 kursî û lîsteyên Ereban jî 19 kursî bi dest xistine.
Heta niha ti aliyan nekariye ji bo pêkanîna hikûmetê piraniya parlamentoyê bi dest bixe.
Ev hilbijartin piştî êrişên 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan wekî dengdana giştî ya yekemîn tê qebûlkirin.
Hilbijartin di bin siya şerekî piralî yê herêmî û aloziyên li Şerîeya Rojava û Xezeyê de bi rê ve çû.
Parlamentoya Îsraîlê (Knesset) ji 120 kursiyan pêk tê.
Ji bo pêkanîna hikûmetê pêwîst e her hevpeymanî yan jî partiyek herî kêm 61 kursiyan bi dest bixe.
Rêjeya beşdariya di dengdanê de gihîşt ji sedî 77,7an. Ev ji sala 1999an ve li Îsraîlê rêjeya herî bilind a beşdariyê ye.
Li gorî nûçeyên dawî yên kanalên sereke yên Îsraîlê, her du bereyên rastgir ên bi serokatiya Netanyahu û bereya mixalefetê ya bi serokatiya Gadi Eisenkot bi 51 kursiyan wekhev in.
Partiya Likudê ya bi serokatiya Netanyahu wekî partiya herî mezin a parlamentoyê tê dîtin û tê pêşbînîkirin ku 24-27 kursiyan misoger bike.
Partiya Yasharê ya bi serokatiya Gadi Eisenkot di rêza duyem de ye û tê pêşbînîkirin ku 20-23 kursiyan bi dest bixe.
Lîsteyên Ereban jî di hilbijartinê de serkeftineke mezin tomar kiriye û tê pêşbînîkirin ku di parlamentoyê de 17-18 kursiyan bi dest bixin.
Rojnameya Yedioth Ahronothê da zanîn ku piştî cudakirina nêzîkî milyonek dengan (ku dike ji sedî 16,8ê tevahiya dengan), Partiya Likudê ji sedî 24,1ê dengan û Partiya Yasharê jî ji sedî 16,1ê dengan bi dest xistiye.
Li aliyê din, kanala i24ê ya Îsraîlê ragihand ku bereya Netanyahu 55 kursî û bereya mixalefetê 49 kursî bi dest xistine.
Her wiha li ser asta partiyan, Likudê 27 kursî, Yasharê 20 kursî, Partiya Bihevre 15 kursî û Demokratan 9 kursî bi dest xistine.
Netanyahu: Divê hikûmeteke rastgir bê pêkanîn
Benjamin Netanyahu piştî demjimêr 03:00yan (bi dema Hewlêrê 04:00) di axaftineke xwe de, bêyî ku bi awayekî fermî serkeftinê ragihîne, got ku Likud partiya herî mezin a Îsraîlê ye û anî ziman:
“Divê em hikûmeteke rastgir a neteweyî ya bihêz pêk bînin.
Pêwîst e piraniya Siyonîst û Cihûyan li Îsraîlê bibin yek.
Bi ti awayî nabe ku hikûmetek bê pêkanîn ku pişta xwe bi partiyên Ereban ve girê bide."
Netanyahu mijara Îranê wekî karta sereke bi kar anî û got:
"Îsraîl li gel hevbeşê me Serok Donald Trump li ber derfeteke dîrokî û kêmpeyda ye da ku em metirsiya Îranê ji bo her tim nehêlin."
Eisenkot: Divê Netanyahu malnişîn bibe
Li hemberî vê yekê, Sererkanê berê û Serokê bereya mixalefetê Gadi Eisenkot di axaftineke xwe ya li Tel Avîvê de ragihand ku xelkê Îsraîlê dengê xwe daye guherînê û baweriya xwe ji Netanyahu standiye û got:
"Serkirdeyekî guncav û hêja dê îro vekişîna xwe ya ji qada siyasî ragihîne."
Eisenkot li ser îhtimala derxistina şerekî nû yê li gel Îranê ji bo berjewendiyên partiyê, hişyariyeke tund da Netanyahu û da zanîn:
"Netanyahu, nabe ku tu ewlehiya Îsraîlê ji bo pêdivî û armancên xwe yên siyasî bi kar bînî."
Mensûr Ebasê ku yek ji serkirdeyên diyar ên Ereban e ragihand ku rastgiran zerereke mezin dîtiye û wî amadehiya xwe ya ji bo hevahengiya li gel Eisenkot nîşan da.
Her çend Eisenkot berê ragihandibû ku ew dê partiyên Ereban tevlî kabîneya xwe neke jî, dibe ku ew li derveyî hevpeymaniyê wekî tora parastina kursiyan piştgiriyê bidinê da ku hikûmeta kêmîneyê pêk bîne.
Li aliyê din, serkirdeyê rastgir ê tundrew Itamar Ben-Gvir hişyarî da Netanyahu ku hizra hikûmeta yekrêziyê ya li gel Eisenkot neke û wî ev yek wekî "xeletiyeke mezin" bi nav kir.



