Hewlêr (Rûdaw) - Di encama bombebarana balafirên şer ên Urdinê ya li ser gundewarê parêzgeha Derayê ya li başûrê Sûriyeyê de, 7 sivîl mirin.
Di vê êrişa asmanî de, welatiyê Kurd Riyad el-Reca el-Ekrad jî di nav de, bi giştî 7 sivîl mirin.
Piştî êrişê dîmenên ji herêmê hatin parvekirin û hate dîtin ku li cihê armancgirtî û derdora wê kavilbûneke mezin çêbûye.
Li herêmê xebatên rakirina kavilan û derxistina cenazeyan berdewam dikin.
Rayedarên Urdinê eşkere kir ku ev operasyon wekî bersiv û tolhildana êrişa bixwîn a 27ê Çiriya Pêşîn e ku li parêzgeha Karakê ya Urdinê dêrek kiribû armanc.
Di daxuyaniya fermî ya artêşê de hat ragihandin ku di êrişên li ser axa Sûriyeyê de zêdetirî 20 endamên DAIŞê hatine kuştin.
Tê nirxandin ku ev êrişa dawî ya li Derayê ku tê de welatiyê Kurd û sivîlên din bûn qurbanî, berdewamiya zincîra operasyonên Urdinê yên li dijî şaneyên li herêmê ye.



