Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê (MEB), ji bo pola 5an pirtûka dersa Kurdî (Kurmancî) amade kir.
Pirtûk li gorî Modela Perwerdeyê ya Tirkiyeyê hatiye amadekirin û li ser malpera Tora Agahdariya Perwerdeyê (EBA) hat weşandin.
Ev pirtûk beşa yekem aseta materyalên dersa Kurdî ya asta dibistanên navîn e.
Pirtûk bi navê “Pirtûka Pola 5an a Kurdî-Kurmancî” kete destê xwendekar û mamosteyan.
Li gorî zanyariyan, pirtûk ji aliyê tîmeke pispor a ji nivîskar û edîtoran pêk tê ve hatiye amadekirin.
Ji bo naverokên bideng û stranan QR-kod
Beşa herî mezin a nivîsên di pirtûkê de, gelek çalakî û hînkarî bi awayekî bideng hatine tomarkirin.
Xwendekar dikarin bi rêya QR-kodên di rûpelan de cih digirin, van naverokan li ser EBAyê guhdarî bikin.
Di pirtûkê de her wiha çar stranên anonîm ên Kurdî li gel notayên muzîkê hatine bicîkirin.
Xwendekar û zarok dikarin bi heman rêyê û bi xwendina QR-kodan guh bidin van stranan jî.
Ji bo polên 6, 7 û 8an jî tên amadekirin
Pirtûka pola 5an gava yekem a vê bernameyê ye.
Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê dê di qonaxa bê de ji bo polên 6, 7 û 8an jî pirtûkên dersê yên Kurdî amade bike.
Bi vî awayî, dê hemû seta materyalên dersa Kurdî ya asta dibistanên navîn were temamkirin.
Hat ragihandin ku wezaret dê ji bo her polê pirtûkên hînkirinê û rêbernameyên mamosteyan jî amade bike.

.jpg&w=3840&q=75)

