Hewlêr (Rûdaw) - Şandeya navbeynkaran a Qeterê bi hevahengiya Amerîkayê gihîşt Tehranê da ku rê li ber peymaneke nû ya di navbera Amerîka û Îranê de xweş bike.
Ev serdan di demekê de ye ku her du welat ji bo destpêkirina dan û standinan xwedî mercên cuda ne û nakokiya sereke li ser bernameya nukleer û cezayan e.
Ajansa Reutersê li ser zarê berpirsekî agahdar ê dan û standinan ragihand ku şandeya Qeterê gihîştiye Tehranê.
Wî berpirsî ji ajansê re eşkere kir ku hemû gotûbêjên navbeynkariyê yên Qeterê bi hevahengiya rasterast a Amerîkayê tên birêvebirin da ku rêyekê ji bo peymanekê peyda bikin.
Qeterê roja yekşemê reşnivîsa planeke aştiyê pêşkêşî Îranê kiribû lê berpirsekî payebilind ê Îranê ew plan red kiribû.
Wî berpirsî gotibû ku plan nayê qebûlkirin çimkî Tehran dest ji helwesta xwe ya nukleer bernade.
Niha Washington dixwaze ku bernameya nukleer a Îranê di destpêka gotûbêjan de cih bigire.
Li hemberî vê, Tehran dixwaze Amerîka beriya her tiştî dorpêça li ser benderên Îranê rake û cezayên li ser hinardekirina petrolê jî betal bike.
Hewlên Eraqçî û helwesta Trump
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî roja çarşemê ragihand ku Tehran bi berdewamî bi navbeynkaran re di pêwendiyê de ye da ku li ser ramanan biaxivin û pêşniyara 7 rojî ya Îranê ya ji bo bidawîanîna şer were bicihanîn.
Li aliyê din, Serokê Amerîkayê Donald Trump doh nûçeyên hin medyayan red kirin ku digotin Cîgirê Serok JD Vance hewl dide dan û standinên aştiyê yên bi Îranê re zindî bike.
Trump diyar kir ku pêwendiya Vance tenê li ser dabînkirina pêdiviyên bijîşkî bûye.
Rewşa Tengava Hurmizê
Hewlên dîplomatîk ên niha ji bo bidawîanîna wî şerî ne ku 28ê Sibatê di navbera Amerîka û Îranê de dest pê kiribû.
Ji destpêka vî şerî ve çûn û hatina keştiyan a di Tengava Hurmizê re bi temamî hat sînordarkirin.
Her wiha Amerîkayê jî dorpêç danî ser benderên Îranê ku di encamê de qeyraneke mezin a enerjiyê derket holê.



