Enqere (Rûdaw) - Encumena Şêwirmendan a Rewşenbîrên Elewiyan li Enqereyê li ser statuya hiqûqî û paşeroja Elewiyan komxebatek li dar xist.
Di komxebatê de behsa daxwazên Elewiyan û helwesta wan a di pêvajoya çareseriyê de hat kirin.
Beşdarên komxebatê careke din bangî hikûmetê kir ku Elewî di Destûra Tirkiyeyê de bên naskirin û cemxaneyên wan jî wekî îbadetxane bên qebûlkirin.
Di komxebatê de hat destnîşankirin ku divê cemxane ne wekî navendên çandê, wekî îbadetxane bên qebûlkirin.
Her wiha beşdaran xwest ku li dibistanan di dersên dînî de mufredata mezheba Suniyan li ser zarokên wan neyê ferzkirin.
Beşdarê komxebatê Metîn Ayveren li ser daxwazên xwe got:
"Elewiyên Kurd aştiyê dixwazin, em dijminatiyê naxwazin.
Em dixwazin hem zimanê me hem jî baweriya me azad be.
Em naxwazin zext li ser baweriya me hebe, em dixwazin azad bin."
Endamê Encumena Şêwirmendan a Rewşenbîrên Elewiyan Mesut Ozcan jî bal kişand ser mijara perwerdeyê û anî zimên:
"Em dixwazin li ser cemxaneyan Elewî çi dixwazin ew bê kirin.
Çend roj berê Wezîrê Perwerdeyê behsa perwerdeyê dikir û nêrîna wan nêrîna Sunîtiyê ye lê em Elewî jî hene, pêwîst e perwerdeyeke li gorî Elewiyan jî hebe."
Daxwaza destûreke wekhev
Di komxebatê de her wiha behsa çêkirina destûreke nû jî hat kirin.
Elewiyan tekez kir ku ew naxwazin destûra nû ya Tirkiyeyê di berjewendiya olek, mezhebek an neteweyekê de be û xwest ku Elewî jî li ser bingeha wekheviyê di destûrê de bên naskirin.
Endamê Encumena Şêwirmendan Cîhan Soylemez li ser mijarê wiha axivî:
"Di destûra nû ya Tirkiyeyê de em dixwazin hiqûqa welatiyan wekhev parastî be.
Bila destûr di bin siya ti netewe, ol û baweriyan de neyê amadekirin.
Em dixwazin hiqûqa wekheviyê bê parastin."
Nûnertiya di saziyên dewletê de
Serokê Komeleya Ehlî Beytê Alî Yeral jî beşdarî komxebatê bû û xwest ku di birêvebiriya dewletê de zêdetir cih ji bo Elewiyan bê veqetandin.
Alî Yeral bal kişand ser nebûna Elewiyan a di postên payebilind ên dewletê de û got:
"Kes nikare bersiva wê yekê bide ka çima ji 81 parêzgaran yek jê ne Elewî ye, çima di nav 81 berpirsên ewlehiyê û 81 muftiyan de ti Elewî nînin?
Çima ti fermandar, general, wezîr, şêwirmend û serokerkanekî Elewî nîne? Çima?
Bila qet xwe li ber çavên me şirîn nekin.
Li vî welatî pirsgirêkên Elewiyan hene.
Eger Tirkiye dixwaze aştî pêk were, pêwîst e Elewiyan nas bike û sûdê ji helwesta mirovperwer û aştîperwer a Elewiyan wergire."
Encumena Şêwirmendan a Rewşenbîrên Elewiyan saziyeke nû ya Elewiyan e ku îsal hatiye damezrandin û gelek rewşenbîr û kesayetên Elewî di nav wê de cih girtiye.



