Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek ragihand ku ew rijd in ku pêvajoya çareseriyê bigihînin encamê û got ku ew dê di çarçoveya hiqûq û demokrasiyê de rê nedin ti hewldanên têkdana vê armancê.
Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek li Enqereyê di bernameyeke Şaxa Ciwanan a AK Partiyê de axivî û qala pêvajoya çareseriyê kir.
Akin Gurlek destnîşan kir ku armanca wan ew e ku dawî li şer û aloziyên demdirêj ên li welêt bînin û got:
"Armanca me ew e ku em bi pêkanîna modela Tirkiyeyeke bêteror, welatekî ku paşerojên tije aramî tê de hebin radestî ciwanên xwe bikin.
Em naxwazin wan zehmetî û êşên ku me û nifşên beriya me kişandine, wekî mîrat ji we re bihêlin.
Ev mijar bi salan e enerjiya Tirkiyeyê dixwe û em dixwazin wê bi temamî ji rojeva vî welatî derxin."
"Şer paşeroja ciwanan bi paş xistiye"
Akin Gurlek ragihand ku şer ne tenê zerer gihandiye canê mirovan, derfetên aborî û paşeroja ciwanan jî bi paş xistiye û wiha domand:
"Armanca 'Tirkiyeyeke bêteror', îradeya qurbanînekirina jiyana ciwanên me ya ji bo hesabên tarî ye.
Ev armanc, li dijî wan kesên ku dixwazin cudahiyên me bikin sedema şer û pevçûnan, parastina nîştimana me ya hevbeş û biratiya me ye. Em ji bo vê yekê bi biryar in."
"Em dê hemû senaryoyên qirêj têk bibin"
Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê bal kişand ser hewlên têkdana pêvajoyê jî û got:
"Hinek kes hewl didin vê meşa me ya ji bo Tirkiyeyeke bêteror têk bidin.
Ew dixwazin nifaqê bixin navbera ciwanên me û welatê me careke din vegerînin rojên tarî yên kevn.
Bi îzna Xwedê, em dê di çarçoveya hiqûq û demokrasiyê de rê nedin wan.
Em dê hemû wan senaryoyên qirêj ên ku dixwazin ciwanên Tirkiyeyê bikin dijminê hev, bi yekîtî û biratiya xwe têk bibin."


