Hewlêr (Rûdaw) - Di lêpirsîna “gendeliya fonan” de wezîra berê û alîkara berê ya Serokê AK Partiyê Fatma Betul Sayan Kaya hat girtin.
Di lêpirsîna "gendeliya fonan" de ku demek e di rojeva Tirkiyeyê de ye, bipêşketineke nû rû da.
Wezîra berê ya Malbat û Polîtîkayên Civakî Fatma Betul Sayan Kaya bi biryara dadgehê hat girtin.
Di çarçoveya lêpirsînê de Fatma Betul Sayan Kaya, hevjînê wê Îlyas Kaya û Serokê berê yê Desteya Bazarên Sermayeyê (SPK) Îbrahîm Omer Gonul 5ê Çiriya Paşîn a 2026an bi armanca dayîna îfadeya duyem çûn Dadgeha Çaglayanê ya Stenbolê.
9 demjimêran îfade da
Karê wergirtina îfadeyan ê her sê kesan 9 demjimêran ajot.
Piştre Dozgeriya Komarê ya Stenbolê Fatma Betul Sayan Kayayê bi tohmetên "endamtiya rêxistina tawanê" û "binpêkirina yasayên Desteya Bazarên Sermayeyê" bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir.
Îlyas Kaya û Îbrahîm Omer Gonul jî bi daxwaza kontrola dadî, qedexeya derketina derveyî welêt û şertê avêtina îmzeyê ji bo dadgehê hatin şandin.
Kareke mezin a ji pişkên şirketê
Di lêpirsîna fonan de derketibû holê ku Fatma Betul Sayan Kaya û hevjînê wê Îlyas Kaya di pişkên şirketa "Ozata Denizcilik"ê de bi rêya dan û standinan qezanceke gelekî mezin bi dest xistine.
Berdevkê Partiya NÛ Zeynel Emre îlonê eşkere kiribû ku malbata Kayayan bi qasî 163 milyon lîreyî veberhênan kiriye û di encama firotina wan de nêzîkî 2 milyar û 170 milyon lîreyan kar kiriye.
Fatma Betul Sayan Kaya û Îlyas Kaya piştî eşkerebûna vê rewşê, ew pereyên ku ji fonan kar kiribûn vegerandibûn ser hesabên bankê yên Desteya Bazarên Sermayeyê.
Dest danîn ser mal û milkên wan
Piştî derketina van îdiayan a li ser medyaya Tirkiyeyê, Fatma Betul Sayan Kayayê ji Alîkariya Serokatiya Giştî ya AK Partiyê îstifa kiribû.
Her wiha Serdozgeriya Stenbolê jî dest danîbû ser hemû mal û milkên wan.



